KONYA - Cenazeyê Hakîm Dal ku li navçeya Meramê ji aliyê komeke nîjadperest ve hatibû qetilkirin hat veşartin.
Duh li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk hatibû êrişî malbata kurd a amedî kiribû û ferdê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû. Cenazeyê Dal piştî karê topsiya ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hat wergirtin û li Goristana Tatlicakê hat veşartin. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî û geleke HDP'î jî tevlî merasîma cenaze bûn.
Dema merasîmê hevjîn û zarokên Dal qrîza sinirê derbas kirin.