KONYA - Di lêpirsîna derbarê êrişa nîjadperest a ku li navçeya Meramê li dijî malbata kurd a amadî pêk hat de 20 kes hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna derbarê êrişa nîjadperest a ku li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata kurd a amadî pêk hat û ferdê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî hat qetilkirin de 20 kes hatin binçavkirin. Parêzerê malbata Dal Abdûrahman Karabûlût, ragihand ku ji bo binçavkirina hin kesên din jî kirarî tên berdewamkirin.