NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 52 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 586 kes pê ketin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 214 hezar û 196 test hatine kirin û 9 hezar û 586 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 52 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyan, 5 hezar û 93 kes jî baş bûne.