WAN - Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê, ji agahdarkirina derzîbûnê xwest li bajar standek veke û ji bo vê serî li Walîtiya Wanê da. Walîtiyê bersiv neda vê serlêdanê.
Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê, ji ber ku derzîbûnê li Wanê gelek kêm e di 13'ê tîrmehê de bi armanca agahdarkirina derzîbûnê xwest li Parqa Feqiyê Teyran a li bajar standek veke û ji bo vê serî li Walîtiya Wanê da. Lê standa ku hat xwestin bê vekirin jî ket ber qedexeya çalakiyan a Walîtiya Wanê û rexmî ku di ser serlêdanê de 10 roj derbas bûne jî bersiva serlêdanê nehatiye dayîn.
Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê, têkildarî mijarê daxuyanî da û bi van gotinan "Destûr didin her cure çalakiyên nêzî xwe" bertek nîşanî helwesta Walîtiya Wanê ya li dijî xwe da.