GÎRESÛN - Li Gîresûnê zilamê bi navê H.C. hevjîn û zarokê xwe bi çekê giran birîndar kir.
Li taxa Gedîkkaya ya Gîresûnê, zilamê bi navê H.C. duh êvarê hevjîna xwe S.C. û zarokê wê yê 2 salî ku di hembiza wê de bû bi çekê giran birîndar kir. Piştî bûyerê H.C. hat binçavkirin û S.C. û zarokê wê jî rakirin nexweşxaneyê. Jina ku rewşa wê û zarokê wê giran tedawiya wan li nexweşxaneyê tê domandin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.