* Li Rihayê 153 donim erdê ku ji bo çêkirina du nexweşxaneyên dewletê hatibû terxankirin, bi biryarnameya serokkomartiyê veguherandin qada avahiyan.
* Serokê Komeleya Pira Gelan Ustun Reinart, li dijî êrişên nîjadperest ên li hemberî kurdan û penaberan ji bo têkoşîneke hevpar bang kir û destnîşan kir ku îqtidar û muxalefet bi gotinên xwe hiyerarşiyê zexim dikin û çoyê xwe ji penaberan li ba dikin.
* Parêzer Gulseren Yolerî, diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên 241 roj in ji bo rakirina tecrîdê didomin, her diçe ber bi xeterê ve diçin û tişta divê rayedar bikin, ew e ku qanûnan pêk bînin.
* Li Amedê rojê 400-500 kes bi Covîd-19'ê dikevin. Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, destnîşan kir ku tekane rê aşî ye.
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 139'emîn de berdewam bike.
* Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî zêdebûna pêketiyên koronayê û rêjeya kêm ya derzîkirinê dê bi keyayan re bicive. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Mêrsînê dê panela bi sernavê "Di îslamê de heq û edalet" li dar bixe. (17.00)