NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê eşkere kir ku grûpên bi ser Tirkiyê ve li Efrînê kevirên goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bikar tînin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku Tirkiye û grûpên bi ser wê ve li Efrînê goran dirûxînin. Di daxuyaniya Rêxistinê de hat diyarkirin ku grûpên bi ser Tirkiyê ve li gundê Şêxorze goristanê rûxandine û van kevirên goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bikar tînin.
GORISTANA AVESTA HAT RÛXANDIN
Beriya niha jî li Efrînê rewşên wiha qewimîbûn. Herî dawî Goristana Avesta ya li Efrînê ku gorên şervanên YPG, YPJ’ê û sivîlan lê hatibûn veşartin ji aliyê Tirkiyê û grûpên wê ve hat xerakirin û cenazeyan jig oran derxistin. Ajansa Anadolû (AA) îdia kiribû ku “goristana komî ye” lê derket holê ku goristana sivîlan û YPJ û YPG’ê ye.