BÛRSA - Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê ya Bûrsayê û hewl da întîhar bike.
Li ser banê avahiya Serokatiya AKP’ê ya Bajêr a Bûrsayê ku li navçeya Osmangazî ye, hewldana întîharê qewimî. Welatiyek derket banê avahiya AKP’ê xwest întîhar bike. Welatiyên derdorê agahî dan polîsan û tîmên polîs û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Vî kesî got ku wê întîhar bike, lê polîsan ew qanih kir û ji ser banê avahiyê anîn xwarê û birin miduriyeta polîsan.