Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin

  • rojane
  • 16:42 26 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku goristana li Efrînê delîla tawan û sûcê şere û xwest şandeyên bêalî li wê derê lêkolîn bikin. 
 
Cenazeyên endamên YPG-YPJ'ê û sivîlên ku di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê yên di 20 Çile 2018'an de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Avesta hatin dîtin. Nehat zanîn ku Tirkiyeyê cenazeyên ji gorên wan derxistine, bi ku ve birine. Piştî hilweşandina Goristana Avesta, komên girêdayî Tirkiyeyê, gorên li bajarên din jî xirab kirin, kevirên goran firotin û kirin dîwarên baxçeyên malên xwe.
 
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, xwest ku şandeyên bêalî gorisanê lêkolîn bikin û ji bo bang hesiyariyê kir. Xelîl ê derbarê texrîbkirina goristanan de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) axivî, wiha got: "Armanca damezrandina komara Tirk a yekem tunekirina Kurdan bû. Li ser vê armancê jî gelek komkujî li ser Kurdan pêk anîn. Siyaseta wan ew e ku divê li beramberî wan tu gelên cûda nejîn. Şêwazên wan ne tenê erdnîgariyê bixin destê xwe, her dem dixwazin gelên din bihelînin û tune bikin. Bi taybet di van demên dawî de bi destpêkirina Buhara Gelan re ji xwe re kirin biryar ku beriya temamkirina sedsala peymana Lozanê tevliheviyên heyî ji xwe re bi kar bînin û careke din  komara Tirkiyê li ser nexşeya berî Osmaniyan lê hikûm dikir ava bikin.”
 
'GELÊ EFRÎNÊ KIRIYE HEDEF `
 
Xelîl, destnîşan kir ku rûxmî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îradeya gelê herêmê nehatiye şikandin û wiha got: “Erdogan şikandina rihê berxwedana gelê Efrînê ji xwe re kiriye hedef. Gelê Efrînê gelekî berxwedêr e. Gelê Efrînê di nav dagirkeriyê de jî rewşa dagirkeriyê qebûl nekiriye. Îsbata wê jî berxwedana gelê Efrînê û koçberên wê yên di bin konan de ye. Erdogan ji vê nerazî ye û naxwaze ew hêrsa vegere û azadkirina di nav gel de bimîne. Ji ber wê çeteyên  xwe  li ser hemû rengên îşkence, revandin û qirkirin daye perwerdekirin. Her wiha perwerdeya xwe li ser nifşên nû dide ferzkirin, aboriya xwe li ser wan dide avakirin, xwezaya li wir xirab dike, guhertina demografîk pêk tîne. Êdî ew nikare berxwedana ku li Efrînê pêk hat veşêre. Niha dixwazin rihê berxwedanê bişikînin. Sembola berxwedanê şehîdên ku xwe ji bo gelê xwe feda kirin e. Bi rengekî hovane heya gorên şehîdan qebûl nakin ku di wê xakê de bimînin.”
 
PEYAMÊN JI ÇÛYÎNA QIBRIS Û EFRÎNÊ
 
Xelîl, bal kişand ser çûyîna Erdogan Qibrisê û ya Suleyman Soylu li Efrînê û anî ziman ku ne tesadûf e, ev çûyîn ji bo mayîndekirina dagirkeriyê ye û wiha bilêv kir: “Ji van çûyînan re Erdogan peyama `Ez ê gavekî pêşdetir Qibrisê bixim destê xwe û pergalê ava bikim ` Soylu jî dibejê `Cihê  ku me dagir kiriye em jê dernakevin, em ê li gor xwe dizayn bikin, em ê qebûl nekin ku gelê ji vir li vir de bijî.` Dixwazin peyamekê bidin raya giştî ya cîhanê jî ku dibejin` bila tu kes ji min re nebêje ji vir derkeve. Wek çawa ez berê ketim Qibrisê û heya niha tê de me ez ê têkevim Efrînê jî û ji wir dernakevim.` Piştgirîdayîna sûcên çeteyan jî bi rêya van çûyînê zêdetir dikin.”
 
`JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BÊ DENG IN`
 
Xelîl, têkildarî bêdengiya raya giştî ji hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, ev şirove kir: “Raya giştî ya cîhanê ketiye bin bandora sîstema deshilatdar a cîhanî. Ev sîstema cîhanî berjewendî û pergala modernîteya kapîtalîst esas digire. Me tu îşaret ji wan ne dîtiye ku rojekê bifikirin ku van aloziyên Rojhilata Navîn rawestînin. Li her cihî her alozî mezin dibin û kêm nabin. Hêzên li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê proje pêşkeş nekiriye. Heta ew biryara ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ya 2254’an tenê li ser gotinan ma. Xuya ye ku biryara tu kesî ji bo çareseriyê tune ye. Mijarên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê pêk tên beşek ji pirsgirêka Sûriyê ye. Hovîtiya dewleta Tirk ne xema tu kesî ye ku her kes hesabê berjewendiyên xwe dikin. Raya giştî zû bi zû helwestên li dijî dagirkeriyê û dewleta Tirk nîşan nadin. Ji ber wê divê têkoşîna me û ya gelê cîhanê li dijî dagirkeriyê pêş bikeve.”
 
`ERDOGAN HÎTLERÊ DUYEMÎN YÊ VÎ SEDSALÎ YE`
 
Xelîl, destnîşan kir ku Erdogan bi sûcên ku pêk tîne bûye Hîtlerê duyemîn û wiha pê de çû: “Dema Hîtler kiryarên dijmirovahî pêk dianîn tu kesî tiştek jî nedikir. Piştî ku Hîtler bi bin ket her kesî sûcê Hîtler anî ser ziman. Niha Erdogan jî di rewşeke wiha de ye. Erdogan Hîtlerê duyemîn yê vî sedsalî ye. Bala xwe bidinê kes wiha zêde helwestên tund li dijî Erdogan nîşan nade. Lê demeke din wê Erdogan bikeve û wê paşê her kes li ser wî siyaset bike. Em nikarin li benda wê bimînin. Pêwîstiya me heye ku em rêxistina xwe xurt bikin, hêza xwe komî ser hev bikin, li dijî dagirkeriyê têkevin nav hewldanan. Di her aliyan de kar bikin ku her kes vê rastiyê derbaskirina vê dagirkeriyê bibîne.  Bi hev re têkevin nav têkoşîneke piralî ya li dijî dagirkeriyê. Heya dagirkerî hebe wê kiryarên wiha jî hebin.”
 
`DIVÊ ŞANDEYEK BÊALÎ HERE HERÊMÊ'
 
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl ,ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî banga şandina şandeyeke bêalîkir û wiha got: “Rêzdariya goran her çi bibe bila bibe zagonekî navnetewî ye. Kesên ku jiyana xwe ji dest daye her kes mecbûre ku bi rêzdarî nêzî wan û gorên wan bibe. Lê dewleta Tirk bi rengekî pir hovanê bi şêwazên cûr bi cûr nêzîkatiyên dijmirovajî li van goristanan kir. Raya giştî jî xwe bê deng kiriye. Ger cîhan bixwaze rastiya hovîtiya dewleta Tirk nas bike bila şandeyeke lêkolînê bişîne herêmê. Dewleta Tirk bi vekirina van goran re hovîtiya xwe eşkere nîşanî cîhanê dike. Em bang dikin ku hinek şandeyên bêalî biçin li Efrînê lêkolîn bikin û sûcên dewleta Tirk belge bikin."

Sernavên din

29/07/2021
16:45 Aydenîz: Navnîşana çareserkirina pisgirêka kurd Girava Îmraliyê ye
15:32 Gerînendeyê Giştî yê Cûmhûriyetê îstifa kir
14:32 Sancar û Aydeniz li Norşîn û Bedlîsê serdana esnafan kirin
14:26 Boztaş ê rastî êrişê hat ji nexweşxaneyê derket
14:12 Di lehiya Wanê de sewal mirin û erdan xesar dît
13:27 HDP li Samandagê ye: Em ji vê desthilatê bi gazind in
13:07 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Daraz di nava tirsê de ye
13:07 Sancar: Hêza me ya ku hevsengiyên siyasî diyar bike heye
11:06 Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû
11:01 Êrişî balyozxaneya Amerîkayê hat kirin
10:12 Li DYA’yê bi pileya 7.2 erd hejiya
09:07 Greva birçîbûnê di roja 245'emîn de dewam dike
09:07 Çemê Reş ziwa dibe
09:07 Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Ji bo cenazeyan demildest divê heyetek biçe Efrînê
09:07 Siyasetmedar Mahmûd: Dê yekîtiya neteweyî pêşî li ber dagirkeriyê bigire
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan ji sedî bû hezar
09:07 Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo derzîbûnê bang kir
09:07 Birayê karkerê çandiniyê yê jiyana xwe ji dest da: Mirina me, polîtîkayeke dewletê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:57 Ji bo Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan
28/07/2021
23:24 Li Wanê lehî rabû: 2 şivan winda ne
21:22 76 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:18 Li Enqereyê li hemberî malbateke kurd êrîşeke nîjadperest
21:05 Bakırhan: HDP gel e, serî natewîne
17:13 Şewata li Zozanên Şênê bi rojane dewam dike
16:46 Dibin çavan de perdeya guhê wî teqandin, di girtîgehê de îşkencê lê kirin
16:42 Li Çewlikê bi pîleya 4,3 erdhej çêbû
16:41 Li Manavgatê şewat gihîşt navenda navçeyê
16:17 Sancar û Aydeniz li Agiriyê bi coş hatin pêşwazîkirin
15:57 HDP'ê Yenî Şafakê derewand
15:57 Rapora girtîgehên Herêma Marmarayê: Tecrîd û îzolasyon kûrtir bûye
15:00 Li Amedê seferberiya 'Em derzî bibin û şewbê derbas bikin'
14:33 Di civîna DÎTAM’ê de banga ‘pêvajoyek nû’ hat kirin
14:22 'Roboskî şerm û birîna bixwîn a vê xakê ye'
14:14 Rapora girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêdan, zext û qedexe zêde bûne
14:03 Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
13:23 Piştî teqîna li Geverê gelek kes hatin binçavkirin
13:09 Egîtîm Senê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:35 Meclisa Malbatên Şehîdên Efrînê: Divê cihê cenazeyan bê tespîtkirin
11:58 CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
11:31 Îttîraza Tirkiyeyê ya doza êrişa parastvanên Erdogan hat redkirin
10:49 Pirsa kembûna derziyê ya li bajarên kurdan "Qebe û bi êş" hat hesibandin
10:39 Derbarê Şaredarê Bolûyê de lêpirsîn hat destpêkirin
10:04 Nahît Eren: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi pêvajoyek nû heye
09:54 Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
09:39 Talîbanê komedyen afgan Khasha Zwan kuşt
09:02 Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
09:02 Polîsan gef li belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê xwar
09:02 Dê mexdûrên erdheja Îzmîrê çalakiyeke girseyî li dar bixin
09:02 Greva birçîbûnê di roja 244'emîn de dewam dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2021'AN
27/07/2021
22:36 Olûç: HDP gotina berxwedana birûmet e, nayê girtin
21:52 Bakirhan: Meseleya kurdî heger çareser bibe dê bi piştevaniyê çareser bibe
20:18 19 hezar û 761 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 HDP'î çûn gundên Bêşebabê
19:05 Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye
18:24 Beştaş: Em ê tecrîdê jî bişikînin û aştiyê jî bînin
16:45 Kûrtûlan Gefên li girtiyan tên xwarin ji Wezîr Gul pirsî
16:42 Li Geverê li dijî dolmîşa leşkerî teqîn pêk hat
16:11 HDP’ê serdana gundên Êlihê kir: Gundiyan azadiya Ocalan xwest
16:00 Li Beyoglû şerê çekdarî: 3 kes mirin û kesek birîndar bû
15:44 Lêpirsîna Denîz Poyraz ji Soylû û Koca pirsî
15:44 Dayika ku 5 sal in cenazeyê lawê xwe wernegirtiye: Êdî bila vê zilmê li me nekin
15:31 Turkler û Bûdak hatin bibîranîn
14:37 Li kûçeya ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşa azadiyê
14:26 Baroya Amedê giliyê Yenî Şafakê kir
13:37 Tundiyê li girtiyê ku li dijî lêgerîna tazî derket kirin
13:11 Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da
12:13 Ferît Şenyaşar: Em bi edaleta derengmayî jî qayil in
11:42 Ji Hikûmeta Almanyayê daxuyaniya lîsteya înfazê
11:30 Li Amedê wê dawet bêmaske neyên lidarxistin
11:27 Banga ji bo girtiyê siyasî ku gef lê tê xwarin
10:18 Ji ber lihevanînê bi sedan sal ceza dan rûspiyan
10:04 Parêzerên Ocalan banga lezgîn li CPT’iyê kirin ku wezîfeya xwe bike
09:01 Greva birçîbûnê di roja 243'yemîn de dewam dike
09:01 Derbarê daxuyaniya dijberî nukleerê de îdianame hat amadekirin
09:01 Karkerê ku li Afyonê bi êrişê re rûbirû ma: Êrişeke nijadperest û plankirî bû
09:01 Rojnamevan Başlangiç ku navê wî di 'lîsteya înfazê' de ye: Behr qediya ji bo AKP'ê
09:00 Dayika girtî: Li ber çavê dewletê kurd kurd e
09:00 Bavê ku polîs bû sedema mirina kurê wî: Ma em li ku bidin dû edaletê?
09:00 Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:53 Li Stenbolê jinek hat kuştin
26/07/2021
21:15 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:09 Bûldan: Êdî dema yekîtiya kurdan e
17:45 Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
16:42 Amerîka mîsyona xwe ya şer a li Iraqê bi dawî dike
16:42 Aldar Xelîl: Divê şendeyên bêalî Goristana Efrînê lêkolîn bikin
16:16 Piştî 6 meh cezayê wê qediya û şûnde hat berdan
15:45 Dadgeha Bilind derbarê çalakiyên Kobanê de biryareke balkêş da
13:58 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Divê partiyên Kurd li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest
13:40 Welatiyek derket ser banê avahiya AKP’ê û hewl da întîhar bike
13:40 GOÇÎZDER: Divê li dijî êrişên nîjadperest çareseriyên bingehîn bên dîtin
13:36 Li dijî nijadperestiyê banga têkoşînê
13:33 Gorên li Efrînê hatin rûxandin di rojeva Meclîsê de ye
12:11 Emîne Şenyaşar: Heta lawê min neyê berdan ez ji vir naçim
11:53 Serokê Baroya Şirnexê: Êrîşên nîjadperest ne 'hêsan û bi tenê' ne
11:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:18 Qedexekirina parêzerên Ocalan di sala 10’an de ye: Li Îmraliyê ne hiqûq, ‘h’ ya wê jî nîne
11:13 Li Bestayê cerdevan darên sedsale dibirin