AMED - Li Amedê di çarçoveya seferberiya derzîkirinê de ji ber şewba Kovîd-19’ê biryara ku bêmaske dawet neyên lidarxistin hat girtin.
Serokê Desteya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya têkildarî zêdebûna pêketiyên Kovîd-19’ê û rêjeya kêm a derzîkirinê ya li Amed3e bi xwediyên ewyanên dawetan re civîn li dar xist. Di civînê de biryarên ji bo belavkirina kampanyaya derzîkirinê û kêmkirina pêketiyên koronayê hatin girtin.
Biryarên hatin girtin wiha ne:
"* Personelên eywanên dawetan hemû divê derzî bibin.
* Wê bêmaske kes nekeve eywanên dawetan û heta dawet biqede dê destûr neyê dayîn ku kes makseyên xwe derxin.
* Wê kesên bêmaske negirtin eywanên dawetan.
* Têkildarî tevdîrên Kovîd-19’ê li eywanên dawetan personelek were wezîfedarkirin û ev personel dê di warê mesafeya civakî û bikaranîna maskeyan de hişyariyan bike.
* Heta dawet biqede wê anonsên ji bo maske, mesafe û paqijiyê werin kirin.
* Em ji xwediyên dawetan rica dikin ku bila mêvanên xwe yên doza duyem derzî nebûne venexweînin dawetan.
* Dê germahiya laşê mêvanên werin dawetê werin pîvandin û kesê ku sicirandina laşê wî bi ser 38 pi,leyan re be dê negirin hundir.
* Di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19’ê de ji aliyê Komeleya Xwediyên Eywanên Dawetan vîdeoya mînak were amadekirin û strana ku stranbêjên dawetan teşwîqî derziyê bike were strandin û vîdeo were çêkirin.