MERSÎN - Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, gefa ku ji bo dawîkirina çalakiya greva birçîbûnê li Girtîgeha Tîpa T a Dûzceyê li girtiyan hatibû xwarin ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.
Li Girtîgeha Tîpa T a Dûzceyê, gardiyanan gef li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de xwaribûn û ji wan xwestibûn ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Parlamentera HDP'ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan, bi pêşnûmepirsekê mijarê bir rojeva meclisê û xwest Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul têkildarî mijarê daxuyanî bide.
Kûrtûlan, di pêşnûmepirsa xwe de cih da agahiyên ku girtî Mehmet Erbey bi rêya malbata xwe parve kiribûn û têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kirin:
“ * Angaştên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, gardiyana bi ser qawişa girtî Mehmet Erbey de girtiye, zexta devjêberdana çalakiya greva birçîbûnê lê kirine û gefa ku heke dev jê bernede dê wî bikin qawişa girtiyên edlî rast in? Derbarê pêywirdarên girtîgehê yên gef xwarine tu lêkolîn û lêpirsîn hatine destpêkirin?
* Angaştên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, timik zext li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de tê kirin ku dev ji çalakiyê berdin rast in? Hinceta vê zextê çî ye?
*Hinceta zêdebûna binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de, vekirina lêpirsînên derbarê wan de û birîna cezayê disiplînê ya li wan çî ye?"