NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 51 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 19 hezar û 761 kes pê ketin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 246 hezar û 648 test hatine kirin û 19 hezar û 761 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 51 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyan, 7 hezar û 108 kes jî baş bûne.