* Serokê Baroya Amedê Nahîr Eren destnîşan kir ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û ji bo çareseriyê pêdivî bi pêvajoyek nû heye û rojnameyên ku baroyan hedef dide nîşandan berê jî ji bo Tahîr Elçî heman manşetan nivîsandibûn.
* Mexdûrên erdheja Îzmîrê ji bo mexdûriyeta wan bê çareserkirin dê li Qada Gundogdûyê bi awayekî girseyî çalakiyekê li dar bixin.
* Belavkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Resûl Demîr, anî ziman ku polîsan gef lê xwarine û jê re gotine: "Heya tu wê rojnemayê belav bikî dê tiştên nebaş bên serê te."
* Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê Gulşen Ozer, anî ziman ku wan li dijî xirabiya rêxistinkirî meclîs ava kiriye û dê li hemberî êrişan bi piranî xebatên ji bo xweparastinê bikin.
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 142'yemîn de bidome.
* Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê bi sernavê "Tora Aştiya Civakî" dê li Amedê civînekê li dar bixe. (10.00 - 17.00)
* Kampanya "Em HDP'yî ne, HDP li her derê ye" wê li Edene, Osmaniye û Bûrsayê berdewam bike. (10.00-19.00)
* Rêxistinên civakî yên Amedê û partiyên siyasî têkildarî zêdebûna pêketiyên koronayê dê li avahiya DTSO'yê daxuyanî bidin. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê serdana Agiriyê bikin. (13.30-16.00)
* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê dê rapora binpêkirinên mafan a sê mehan ku li girtîgehên Herêma Marmarayê amade kirine dê eşkere bike.