AMED - Şewata li herêma Zozanên Şênê ya Mûşê, 6 rojin dewam dike.
Bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, şewata li qadên daristanî yên nêzî Geliyê Bilûr a Zozanên Şênê ya girêdayî Mûşê, dewam dike. Ji ber şewatê gelek dar bûn xelî. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin. Hat destnîşan kirin ku eskeran agir berdane daristanê.
ŞEFÎTIYA DARISTANÊ: EM NIKARIN AGAHÎ BIDIN
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Pasûrê Remzî Altin, diyar kir ku bi hinceta “ewlekariyê” destûr nayê dayîn ku kes nêzî herêma şewatê bibe. Altin, da zanîn ku li qadê tu xebatên vemirandina şewatê nayin kirin. Altin, dest nîşan kir ku wan derbarê şewatê de li Şefîtiya Daristanê ya Gimgimê geriyane û şefîtiyê ji wan re gotiye ku ew nikarin agahî bidin.