* Ahmet Dagtekîn, birayê karkerê demsalî Ethem Dagtekînê ku di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, got: "Ev, polîtîkayeke dewletê ye. Hin jê di rê de dimirin, hin jê di behrê de difetisin û hin jê jî di êrîşên nîjadperest de jiyana xwe ji dest didin."
* Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, bal kişand ser kêmbûna rêjeya aşiyê û zêdebûna pêketiyan û bang li gel kir ku aşî bibin.
* Hevserokêa SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken anî ziman ku hejmara pêketiyan êdî gihaştiye hezaran û got: "Sedema sereke, kêmbûna rêjeya aşiyê ye. Heger em aşî bibin, em ê ji sedî 90 karibin bên parastin."
* Siyasetmedar Salar Mahmûd, diyar kir ku li Kurdistana Federe "xetereya dagirkirinê" heye û got: "Heger kurd bibin yek, bibin xwedî stratejiyek hevkar û yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin, dê pêşî li ber vê dagirkirinê bê girtin."
* Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, xwest aqûbeta cenazeyên ji goristana Efrînê hatin derxistin bê aşakerekirin û got: "Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî divê dengê xwe bilind bikin û demildest heyetek biçe Efrînê."
* Çemê Reş ji ber hişkesaliyê û xebatên sondajê ziwa dibe.
* Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 143'yemîn de bidome.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, wê li Bedlîsê bi nûnerên STO'yan re bên gelhev, serdana esnafan bikin û beşdarî hevdîtina gel bibin. (09.00-15.00)
* Meclîsa Jinê ya KESK’ê ya Îzmîrê, daxwazên jinan ên TÎS’ê wê li avahiya Haber Senê ya li Bayrakliyê aşkere bike. (09.30)
* Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, rapora xwe ya derbarê karkerên çandiniyê yên Menderesê de amade kir, wê li avahiya şaxê bi raya giştî re parve bike. (10.00)
* HDP’î, di çarçoveya kampanyeya “Em HDP’î ne, li Her Derênê” de, wê li Hatay û Balikesîrê bi gel re bên gelhev. (10.00-20.00)