Malbata kurd êrişa ku li wan hat kirin vegot: Polis ne aliyê me li aliyê êrişkaran bû

  • rojane
  • 11:06 29 Tîrmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Z.D. ku li Elmadagê êriş lê hat kirin, da zanîn ku beriya 2 rojan cîranê wan bi gotina "Ez ê te li vir bin ax bikim" gef li keça wê ya 12 salî xwariye û ev tişt got: "Nehatin binçavkirin, polis li cem wan sekinîn."
 
Di 27'ê tîrmehê de li kuçeya Derya ya li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadagê ya Enqerê, saet di 22.30'an de bi çêrên zayendî û gotinên nîjadperest li dijî malbata kurd êriş pêk hat. Êrîş li dijî mala Z.D. (38) a ji navçeya Geverê ya Colemergê pêk hat. Dema êrişê Z.D. û zarokên xwe F.D. (21), S.D. (17), E.D. (12), Z.D. (6) û O. D (4) li malê bûn û tevahiya şevê ji ber êrişê ranezan û kel û pelê xwe dan hev. Roja piştî êrişê jî ji ber ku ewlehiya wan nema ji neçarî taxê terk kirin. 
 
Piştî bihîstina bûyerê em çûn taxa Îsmetpaşa û li hurguliyên bûyerê nêrî. Dema ku em çûn taxê Z.D. me pêşwazî kir û me kel û pelên ku bi lez û bez kirine poşetan û danîne ber derî dît. Me êrişê ji ferdên malbatê guhdar kir. 
 
Z.D. ku dayika 5 zarokan e, diyar kir ku beriya 4 salan ji navçeya Bala ya Enqerê hatine li Elmadagê bi cih bûne û wiha got: "Destpêkê em li Uçevlerê bi cih bûn û 2 sal in jî em li Îsmetpaşayê dijîn. Kurê min bê kar e, Hin caran li înşaetê dixebite. Keça min a 17 salî jî li cefekê dixebitî û niha ji kar derketiye. Ez jî diçim paqijiya malan. Ev hefteyeke cîranên me çêrên zayendî û nîjadperest li me dikin. Dema destpêkê em hatin taxê me got em ji Balayê ne lê me nikaribû kurdbûna xwe veşarta. Piştî ku hîn kirin em kurd kes bi me re neaxivî. Dema ku ez diçim kar hin caran zarokên min stranên kurdî vedikin. Ew jî ji vê aciz dibin."
 
'EM KURDAN NAXWAZIN'
 
Derbarê dema êrişê de jî Z.D. bi lêv kir ku dema ji kar hatiye cîrana wan a bi navê Încî, bi dar êrişê wê, kurê wê yê biçûk O.D. û keça wê ya ji kar hatiye S.D. kiriye û ji wan re ev tişt gotiye: "Bi cehimin biçin kurdên rojhilat, PKK'î, em we li Elmadagê naxwazin. Hûn terorîst in. Bi cehimin biçin." Z.D. got ku dema êrişê cîranên wan ên din jî ji wan re gotine: "Em kurdan naxwazin, em PKK'ê naxwazin, bi cehimin."
 
Li gorî agahiyên ku Z.D. dan; piştî vê êrişê Z.D. gazî polisan dike û dema ku polis tên jî birayên Încî yên temenê wan derdora 30'yî êrişî malbatê dikin.
 
POLIS: HEKE BIXWAZIM DIKARI GULE BERÎ TE BIDIM
 
Z.D. destnîşan kir ku êrişkaran hewl dane êrişê kurê wê bikin û wiha axivî: "Polis û çend notirvanan bi wan girtibû. Yek ji wan heta ber deriyê min jî hat. Di vê navberê de çêra kirin. Kurê min jî ji bo parastina min kêrê kir destê xwe. Di vê navberê de polisên ku hatibûn ne li êrişkaran gefê li me xwarin. Ji kurê min re gotin, 'Tu çima êrişî wan dikî? Heke bixwazim dikarim gule berî te bidim'. Wan dest dirêjî mala me kirin lê polisan qala gule reşandina li me dikirin. Min jî ji wan re got, 'Hûn li cem dewlendan e. Heke wesayît, mala min hebûna we yê li cem min cih bigirta. Me gilî bikira jî tiştek nediguherî. Herkes li cem wan bû. Ji ber ewlehiya canê xwe me giliya wan nekir."
 
‘EDALET TUNE YE’
 
Di berdewamê de Z.D. ev tişt anîn ziman: "Dewlet li cem kesên ku perê wan hene ye. Ji ber ez ji Geverê bûm paxav bi min nakin. Kurdan di eciqînin. Edalet tune ye, bêyî edalet mirovan davêjin girtîgehê. Tiştekî bi sûcdarên wiha jî nakin. Ez bi edaletê na bawer in. Wan binçav nekirin. Tenê îfadeyên wan girtin. Lê timik li cem wan bûn. Polis li cem wan sekinîn. Duh bi şev em ji ber ewlehiyê ranezan. Xêrek ji polisan nayê. Mafê wan tuneye wiha kurdan bieciqînin. Em li bin heman alê dijîn."
 
TUNDIYA LI ZAROKÊ
 
Z.D., agahî da ku di 25'ê tîrmehê de cîrana wê Încî li keça wê ya 12 salî E.D. daye û ev tişt gotin: "Cîrana min ji bo berhevkirina tirî gazî keça min a 12 salî kir. Milê wê badide û ji bo ku ji kesî re nebêje gef lê dixwe. Piştre me bihîst. Ji bo girtina rapora derpkirinê min wê bir nexweşxaneyê lê bijîjk rapor neda. Got ku heta polis neyê wê nede."
 
E.D. ku tundî lê hatibû kirin jî têkildarî tundiya lê hatibû kirin ev agahî da: "Dema ez çûm milê min şidand û ji min re got, 'heke tu ji dayika xwe re bibêjî ez ê te bi xîz bikim'."
 
ÇÊRÊN ZAYENDPEREST
 
Zarokê herî mezin ê malê F.D. jî diyar kir ku beriya hefteyekê cîranên wan Erdînç P. û Davût K. ji bo derxistina wan a ji taxê îmze kom kirine û wiha got: "Piştî ku çêrên zayendî û nîjadperest li dayik û xwişka min kirin, me gazî polisan kir. Min çêran ku jinêkê kir bi guhên xwe bihîst. Piştre xizmên jinikê jî hatin. Ji ber ku heqaret li dayika min kirin min gazî polisan kir. Lİ cem polisan jî êriş kirin. Ez jî aciz bûm û rakir kêrekê. Polis ji min re ev tişt got, 'Ez dikarim li wir berî te bidim. Di destê te de çek hebû'. Lê ew heta ber derê me hatin. Zilamê ku heta ber derî hat piştî ku kêrê di destê min de dît paşde gav avêt. Li cem polisan gotin ku ew kurdan naxwazin."
 
‘TAX ME NAXWAZE' 
 
Zaroka duyemîn a malbatê S.D. jî da zanîn ku beriya çend hefteyan bi gotinan êrişên wan kirine û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku em kurd in li taxê me naxwazin. Roja duşemê jina bi navê Încî bi ser min de hat û êrişî min kir. Çêr bi min kirin. Ji ber ku em kurd bûn berî me dan. Şeva êrişê ji tirsa ku wê dîsa êrişî me bikin heta serê sibejê em ranezan. Dema êrişê ji tirsa lerzê bi min girt."
 
JI HDP’Ê PIŞTGIRÎ
 
Rêxistina HDP'ê ya Enqerê hat cem malbata ku êriş lê hatiye kirin û ji wan re mal dît û mala wan bar kir. 
 
MA / Berivan Altan
 

Sernavên din

01/08/2021
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn
20:58 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:41 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:50 Li Mêrdînê komkujî hat şermezarkirin
19:42 Dîmenên dema komkujiyê derketin holê
19:00 Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil
18:47 Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye
18:30 Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir
18:17 Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir
18:08 Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
17:49 Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn
17:43 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin
17:15 Li her derê komkujî şermezar kirin: Ev nijadperestî ye
16:58 Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
16:53 Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn
16:36 Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin
16:00 Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin
15:36 Piştî operasyonê agir girt daristanê
15:18 Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin
15:03 Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
14:48 Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye
14:23 Rêveberiya nû ya ANYAKAY-DER’ê diyar bû
14:11 CHP'ê serdana malbata Dedeogûllari kir
13:47 Hejmara kesên li Geverê hatin binçavkirin derket 7’an
13:15 Malbata çû dewetê qeza kir: 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû
13:14 Bûldan bertek nîşanî komkujiyê da: Kurd ne bi tenê ne
13:08 Wê Sancar tevlî merasîma cenazeyê malbata Dedeogûllari bibe
12:52 Herêmên ji agir bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" hatin îlankirin
12:51 Parêzerên li Konyayê wê piştî nîvro bi dozger re hevdîtin bikin
12:30 Aqûbeta Fahrî Balyecî yê berî 26 salan hat windakirin pirsîn
12:22 Li Manavgatê 2 karkerên mudaxaleyî agir kirin jiyana xwe ji des dan
11:49 ÎHD û TÎHV şandeyê dişîne Meramê
11:47 Cotkaran DEDAŞ'ê şermezar kir: Em 100 hezar qezenç dikin fatoreyên me 250 hezar tên
11:17 Malbata Şenyaşar: Komkujiya li Konyayê encama polîtîkayên cezanekirinê ye
11:03 Derbarê Komkujiya Konyayê de 10 kes hatin binçavkirin
10:59 Êrişkar weke mêvan diçe malê: 20 gule berdan
10:53 Agahî nadin parêzerên ku diçin Konyayê
10:19 Karabûlût: Kujer bi êrişkarên beriya niha re di nav têkiliyê de ye
09:54 Li Îzmîrê cînayeta kar
09:51 Polîs rojnamegerên komkujiya nijadperest dişopînin asteng dikin
09:48 Qeyda Sicîlê ya Midurê Polisan ê Konyayê Dînç: Cinayeta Dînk, Komkujiya 10'ê mijdarê û Komkujiya Konyayê
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite