BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz di çarçoveya kampanya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Bedlîs û Norşînê serdana esnafan kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz di çarçoveya bernameya “Em HDP’yî ne, li her derê ne” li Bedlîs û navçeya wê Norşînê serdana esnafan kirin û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.
SERDANA ESNAFAN KIRIN
Sancar û Aydeniz bi eleqeyek mezin ji aliyê esnafan ve hatin pêşwazîkirin. Esnafan pirsgirêkên xwe ji hevserokan re vegotin û polîtîkaya hikumetê ya aboriyê û ji bo esnafan rexne kirin û xwestin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Hevserokan jî got ji bo çareseriya pirsgirêkên esnafan dê di nava çareseriyê de bin.
Sancar û Aydeniz piştî serdana esnafan çûn kargehên tekstîlê û serdana karkerên tekstîlê kirin. Sancar û Aydeniz dê êvarê li Bedlîsê beşdarî civîna gel bibin.