ŞIRNEX - Li Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi meşekê hat şermezarkirin.
Êrîşa nîjadperest a li navçeya Meram a Konyayê ku ji malbata Dedeogûllari ya ji Qersê 7 kes hatin kuştin, li navçeya Cizîr a Şirnexê bi meşekê hat şermezarkirin. Li navçeye gel daket kuçe û kolanan û bi meşekê komkujiya nîjadperest şermezar kir. Gel di dema meşê de tim dirûlmeya "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" berz kir.