* Mehmet Savûr ku ji ber çalakiyeke daxilî nav nebûye hatiye binçavkirin, îşkencekirin û paşê hatiye girtin, ji 53 salên temenê xwe 30 sal jê di girtîgehan de derbas kiriye. Çendî cezayê wî qediyaye jî nayê berdan.
*Qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogullari ya di êrişa nîjadperestan a li navçeya Meram a Konyayê pêk hat jiyana xwe ji dest dan, wê li gelek bajaran bê şermezarkirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolê û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê jî, dê li ber Şaredariya Çankayayê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30-19.00)
* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 145'emîn de berdewam bike.
* ANYAKAY-DER, 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî wê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li dar bixe.(10.00)
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 853'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)
* Xizmên Windayan û ÎHD'ê wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza edaletê bikin (12.00)
* Parêzvanên mafê mirovan li Enqere û Stenbolê wê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.(13.30)