KONYA- Cenazeyên 4 jê jin 7 endamên malbata Dedeogûllarî ya ku li Konayayê hatin qetilkirin, wê piştî nimêja esrê li Goristana Saraçoglû bên definkirin.
Li Taxa Hasankoy a girêdayî navçeya Meram a Konyayê, duh li dijî malbata Kurd a ji Qersê Dedeogûllari êrişa nijadperest pêk hatibû û 7 kes ji malbatê hatibûn qetilkirin. Cenazeyên Yaşar, Bariş, Serpîl Serap Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogûllari, duh bi şev ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê.
Hat zanîn ku serê sibê dest bi otopsiya cenazeyan hatiye kirin. 7 cenazeyên malbata Dedeogûllari, wê îro piştî nimêja esre li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê bên definnkirin.
Li aliyê din malbata Dedeogûllari ji duh bi şev ve li ber nexweşxanê ye û li bendê ne ku cenazeyê xwe bigirin. .
BANG LI GEL KIR
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabûlût ê ragihand ku wê cenaze li Goristana Saraçoglû bên definkirin, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev agahî par ve kir: “Cenazeyên malbata Dedeoglûllari, wê îro piştî nimêja esre li Goristana Saracoglû bên definkirin. Lii dijî vê komkujiya nîjadperest em li benda hemû gelên xwe ne.”