KONYA - Heyeta ku ji parlamenterên CHP'ê pêk dihat serdana malbata Dedeogûllari ku 7 ferdên wê di êrişeke nîjadperest de hatin qetilkirin kir.
Heyeta ku ji parlamenterên CHP'ê Abdullatîf Şener, Levent Gok, Sezgîn Tarikûlû û rêveberên Rêxistina CHP'ê ya Konyayê pêk dihat, li ber morga Nexweşxaneya Bajar a Konyayê serdana malbata Dedeogûllari ku 7 ferdên wê li navçeya Meramê di êrişeke nîjadperest de hatin qetilkirin kir.
Polisên ku li nexweşxaneyê asteng dikin rojnameger li ber morgê bisekinin û dîmen bikişînin, heyet CHP'ê di deriyê pişt de girtin hundir.
Li bendê ye heyet saet di 15.00'an de li Rêxistina CHP'ê bajar daxuyanî bide.