Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin

  • rojane
  • 17:43 31 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
AMED – Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari şermezar kirin û bang kirin ku dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê bên berdan û bertek nîşanî qetilkirina kurdan bide. 
 
Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê qetilkirina 7 ferdên malbata kurd Dedeogûllari ku li Konyayê hatin qetilkirin, şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl yên li Amedê li Parka Koşûyolû li hev civiyan û bi daxuyaniyekê êrîşa nijadperest şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gelek serok û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan daxuyaniyê û dirûşme berz kirin û dowîza li ser “Ez kurd im” nivîsandî hilgirtin. 
 
Daxuyaniya kurmancî Hevseroka Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a Şaxa Amedê Sorgul Aytek Avşar xwend û daxuyniya tirkî jî Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn xwend. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Em êrişan şermezar dikin” ku ji aliyê Sorgûl Aytek Avşar ve hat xwendin wiha ye:
 
“Di êrîşa li dijî malbata Dedeogulları, ku li Navçeya Meram a Bajarê Konyayê dimîne, di 12’ê Gulana 2021’an de ku du kes bi giranî giştî 7 kes birîndar bûn. Di lêpirsîna ku li ser vê êrîşê hat kirin de 6 gumanbarên ku êrîş kirin hatin girtin. Ji gumanbarên girtî çar kes di dîrokên cuda de hatin berdan. Piştî êrîşê di 12.05.2021’an de her çend fermana parastinê ji bo malbata Kurd ku bûbû qurbana êrîşê hatibe girtin jî, mixabin di êrîşa ku di 30.07.2021’an de bi heman mebestan hat kirin de 7 kes hatin qatilkirin. 
 
Me wek Rêxistinên Sivîl ên Civakî bal kişandin ser êrîşên dawî yên bi hinceta nasnameya Kurd û bikaranîna zimanê Kurdî. Gelek caran bi raya giştî re hate parvekirin ku ew ji polîtîkayên civakî, aborî û siyasî yên bi salan ne serbixwe ne ku ev êrîşên bûne sedema polarbûna civakî, tenê wekî bûyerên veqetandî û dadwerî nayên dîtin, ziman û polîtîkayên şîdetê ji ber lawaziya peywirdarên dadrêsê di tedbîrên li dijî êrîşan de û nebûna çalakiya dadrêsî ya bibandor bû.
 
Di her fersendê de tê gotin ku zimanê polarîzekirî yê ku li welat û jiyana siyasî serdest e, nemaze di van salên dawî de bandor li çêbûna van êrişên nijadperestî kiriye û ev zimanê cihêkar ê ku tê bikaranîn dê rê li ber bûyerên nerastbar ên civakê veke.
 
HER ÇI QAS ME BÛYERAN REXEN KIR EM HEDEF HATIN NÎŞANDAN
 
Mixabin digel van hemî hişyariyan ev bûyerên giran, ku bi domdarî hatin jiyîn hewl hate dayîn ku wekî dozên dadrêsî yên kesane hem ji hêla rayedarên sivîl û hem jî ji hêla dadrêsî ve werin dîtin/nîşan kirin û hemî daxuyaniyên fermî di vî warî de hatine kirin. Van daxwazên rêxistinên sivîl ên civakî ku nîşankirina êrişên nijadperestî wekî dozên dadrêsî rexne dikin di derbarê bûyerên girantir ên ku diqewimin de fikarên xwe parve dikin tevdîr û tedbîrên ku divê bêne girtin tînin bîra wan û di lêpirsîneke bibandor de israr dikin, her dem hatine paşguh kirin û heman demên de Rêxistinên Sivîl hatin hedef girtin. 
 
Me careke din dît ku gotinên nefretê yên ku bi bûyera dawîn li Tirkiyeyê belav bûne nekarîna karmendên dadrêsê ku tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigirin piştî bûyerên weha û nebûna tevdîrên dadrêsî yên bibandor van komkujiyan vedixwîne.
 
Em weke saziyên jêr îmzê van hene beriya her tiştî, em ji malbata xwe ya di vê komkujiya nîjadperest de jiyana xwe ji dest da rehmetê dixwazin û ji xizmên wan û gelê me re sersaxiyê dixwazin.
 
MAFÊ KURDAN BINPÊ DIKIN
 
Em van êrîşên nîjadperest ku dibin sedema binpêkirinên mafên mirovan ên giran li dijî Kurdan, bi taybetî mafê jiyanê şermezar dikin. Em her kesî vedixwînîn ku dev ji polîtîka û gotûbêjên ku aştiya civakî û çanda jiyana bi hev re ku rê li ber her cure êrîşên nîjadperestî yên ji nasnameya kurdî û bikaranîna zimanê Kurdî vedike berde û bertekeke hevpar nîşan bide. Ji bo pêşîgirtina li êrîşên nijadperest ên wiha em daxwaz dikin ku lêpirsînên îdarî û dadwerî li dijî wezîfedarên cemawerî werin destpêkirin.
 
SAZIYÊN BEŞDAR
 
Saziyên ku metnê îmze kirin û beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne: “Baroya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Borsya Bazirganiyê ya Amedê (DTB), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Kordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê, Nûnertiya Înîsiyatîfa Maf a Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Mirovên Kar û Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSÎAD), Komeleya Jinên Kar a Rojilat û Başûrêrojhilat (DOGUNKAD), Komeleya Mirovên Hewldaner a Kar û Pîşesaziyê ya Rojhilata Navîn (OSGÎAD), Odeya Muşavîrên Malî û Muhasebekarên Serbest a Amedê (DSMMMO), Komeleya Mirovên Tekstîl, Pîşesazî û Kar a Başûrêrojhilat (GUNTÎAD), Meclîsa Jinan a Amedê, Desteya Hewldanerên Jin a TOBB, Platforma Şaxan a KESK’a Amedê, Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêmê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHÎV) a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê a Şaxa Amedê, Odeya Dermansazên Amedêi Odeya Hekîmên Diranan a Amedê, Odeya Beytaran a Amedê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hêviyan a Rengareng.”
 

Sernavên din

01/08/2021
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn
20:58 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:41 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:50 Li Mêrdînê komkujî hat şermezarkirin
19:42 Dîmenên dema komkujiyê derketin holê
19:00 Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil
18:47 Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye
18:30 Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir
18:17 Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir
18:08 Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
17:49 Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn
17:43 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin
17:15 Li her derê komkujî şermezar kirin: Ev nijadperestî ye
16:58 Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
16:53 Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn
16:36 Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin
16:00 Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin
15:36 Piştî operasyonê agir girt daristanê
15:18 Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin
15:03 Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
14:48 Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye
14:23 Rêveberiya nû ya ANYAKAY-DER’ê diyar bû
14:11 CHP'ê serdana malbata Dedeogûllari kir
13:47 Hejmara kesên li Geverê hatin binçavkirin derket 7’an
13:15 Malbata çû dewetê qeza kir: 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû
13:14 Bûldan bertek nîşanî komkujiyê da: Kurd ne bi tenê ne
13:08 Wê Sancar tevlî merasîma cenazeyê malbata Dedeogûllari bibe
12:52 Herêmên ji agir bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" hatin îlankirin
12:51 Parêzerên li Konyayê wê piştî nîvro bi dozger re hevdîtin bikin
12:30 Aqûbeta Fahrî Balyecî yê berî 26 salan hat windakirin pirsîn
12:22 Li Manavgatê 2 karkerên mudaxaleyî agir kirin jiyana xwe ji des dan
11:49 ÎHD û TÎHV şandeyê dişîne Meramê
11:47 Cotkaran DEDAŞ'ê şermezar kir: Em 100 hezar qezenç dikin fatoreyên me 250 hezar tên
11:17 Malbata Şenyaşar: Komkujiya li Konyayê encama polîtîkayên cezanekirinê ye
11:03 Derbarê Komkujiya Konyayê de 10 kes hatin binçavkirin
10:59 Êrişkar weke mêvan diçe malê: 20 gule berdan
10:53 Agahî nadin parêzerên ku diçin Konyayê
10:19 Karabûlût: Kujer bi êrişkarên beriya niha re di nav têkiliyê de ye
09:54 Li Îzmîrê cînayeta kar
09:51 Polîs rojnamegerên komkujiya nijadperest dişopînin asteng dikin
09:48 Qeyda Sicîlê ya Midurê Polisan ê Konyayê Dînç: Cinayeta Dînk, Komkujiya 10'ê mijdarê û Komkujiya Konyayê
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite