MÊRDÎN - Li Mêrdînê tevî hemû astengiyên polîsan jî, êrîşa nîjadperest a li Konyayê hat şermezarkirin.
Li Mêrdînê rêvebirên HDP'a bajêr, nûnerên sendîkayan û gelek welatî ji bo êrîşa nîjadperest a li Konyayê ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari yya ji Qersê hatin kuştin, şermezar bikin li Parka Karayollariyê li hev kom bûn. Polîs biryara Walîtiyya Mêrdînê kir hincet û gotin, dê nehêlin daxuyanî bê dayîn.
Lê girseyê tevî hemû astengiyan jî daxuyanî da û êrîşa nîjadperest şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse ber bi HDP'a bajêr ve meşiya. Polîsan mudaxileyî meşê kir û 3 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin li erdê dirêj kirin û destên wan ji paş de kelemçe kirin û wan birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Girse heya avahiya HDP'ê ya bajêr meşiya.