Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin

img

ŞENGAL - Berpirsê Heşdî Şabî Seyîd Mehmud komkujiya Êzidiyan nirxand û got: “Peymana di navbera   Iraq û Kurdistana Federe de hat îmzekirin, ne çareseriye. Kes bi PDK’ê bawer nake. Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin.” 

Di ser fermana 73’emîn a DAIŞ’ê li dijî Êzidiyên li Şengalê pêk anî re 7 sal derbas bûn. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî war û welatê Êzidiyan Şengalê êrişek mezin pêk hat û di êrişî de bi hezaran Êzidî hatin qetilirin, bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin. Ji ber fermanê bi deh hezran Êzidî ketin ser rêyên penabertiyê. Bi hezaran jinên Êzidî yên hatin dîl girtin, ji aliyê DAIŞ’ê ve li bazara koleyan di serî de li Iraq û Sûriyeyê, li welatiyên cuda yên Rojhilata Navên hatin firotin. Li gel vê rewşa sosret jî gefa li dijî Şengalê dewam dike. Jin welatan, fermana 73’yemîn a li dijî Êzidiyan weke  “komkujiyê” nas kirin. Şengal îro jî dibin gefên Tirkiyeyê û hesabên siyasî yên hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê de ye. Dixwazin Şengalê cardin bikin qurbanê berjewendiyên xwe.
 
Komkujiya li Şengalê ket sala xwe ya 7’emîn. Êzidiyên Şengalê amadekariyên bîranîna qûrbaniyên Şengalê dikin. Di heman demê de bertekên li dijî peymana di navbera Iraq û hikumeta Herêma Kurdistanê de, di 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê hat qebûlkirin dewam dikin.
 
Berpirsê Heşdî Şabî yê Şengalê Seyîd Mehmûd, fermana 73’yemîn, hilweşandinên bi xwe re anîn, gefên heyî û rewşa dawî ya li Şengalê, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand û diyar kir ku di serî de Tirkiye, ger hêzên cuda êriş bikin, ew ê Şengalê biparêzin. 
 
LI ŞENGALÊ HILWEŞANDINEK MEZIN
 
Seyîd Mehmûd ê yek ji navdarên baweriya şîa yê Şengalê ye, da zanîn ku armanca wan a bingehîn ew ku gelê Şengalê ligel hev bigirine. Mehmûd, anî ziman ku ew dixwazin xizmeta Êzidî, Misilman û gelên ji baweriyên cuda yên li Şengalê dijîn bikin û wiha axivî: “Li Şengalê hilweşandinek mezin hat kirin. Bi teybetî gelek birînên Êzidiyan çêbûn. Di heman demê de bedelek mezin dan û di saya vê de cardin Şengal azad kirin.” 
 
DI PEYMANÊ DE GEL TUNE NE
 
Mehmud, dest nîşan kir ku rewşa di demên dawî de li Şengalê tê jiyîn, veguheriyek rewşek cuda û wiha got: “Hin hêz ji bo parastina herêmê dixwazin bên, lê ev weke pêşbirka deshilatdariyê tê nirxandin. Lê di rastiyê de gelê li Şengalê bi xwe dikare xwe bi rêve bibe. Li hemberî Şengalê peymanek hat îmzekirin, lê vîna Şengaliyan di vê peymanê de nehat esas girtin. Ne Kurd, ne Êzidî, ne Şîa û ne jî Sunnî têkilî vê peymanê kirin. Yek ji van li wê derê tune bûn.”
 
JI BEXDA BI EWLETIRE
 
Seyîd Mehmud ji bo peymana di 9’ê Cotmehê de hat îmzerkirin, ev nirxandin kir: “Ev peyman xizmeta gel nake. Ne peymaneke ku pirsgirêka Şengalê çareser bike. Herî zêde weke peymaneke siyasî tê dîtin. Her ku hilbijartinên li Iraqê nêz dibin, vê rewşê hîn zêdetir bi kar tînin. Li Şengalê, tu pirsgireke ewlekariyê nîne. Rewşa Şengalê ji ya Bexdayê bi ewletire. Pirsgirêka Şengalê ji derve de ye. Hêzên derve, dixwazin bi zorê xwe li ser vîna Şengalê ferz bikin. Şengal parçeyekê Iraqê ye û girêdayî bajarê Nînovayê ye. Gelo çi karê Tirkiyeyê li vê derê heye? Bi kîjan aqlî derbarê vir de biryarê digire? Ew nikarin derbarê gelê Şengalê de biryar bigirin. Ne tenê ew, tu dewletên derve de nikarin vê yekê bikin. Di bingeha Şengalê de tu pirsgirêk tuneye. Pirsgirêka serke partiyên siyasîne. Em Şîa aramiya Iraqê dixwazin. Ne rast ku em gel bixwapînin.” 
 
‘EMÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ DERKEVIN’
 
Mehmûd, behsa rola Tirkiyeyê ya li herêmê kir û wiha pê de çû: “Beşdarbûna Tirkiyê ya karên hundirên ên Şengalê bêaqiliye. Rewşa Iraqê naşibe, rewşa Sûriyeyê. Emê li dijî her cure êrişan rawestin. Ger hinek rabin welatê me dagir bikin, em ê jî li dijî wan welatê xwe biparêzin û li hemberî wan rawestin. Iraq mîna berê nîne. Weke berî DAIŞ’ê û piştî DAIŞ’ê hat guhertin. DAIŞ li dijî mirovahiyê bû. Ger wê demê em hemû li dijî DAIŞ’ê derketina, niha nihek kesan heman helwest nîşan ne didan. Li Şengalê kî çi bike bila bike, wê nekarin encam bigirin.” 
 
BAWERÎ BI PDK’Ê NE MA YE
 
Seyîd Mehmûd, rewşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a li Şengalê jî nirxandin û wiha bi dawî kir: “Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, PDK’ê nekarî bajêr biparêze. Baweriya şengaliyan bi PDK’ê nayê. Hemû Şengalî bi taybetî jî Êzidî bawer nakin ku hêzek ji derve were wan biparêze. Me berê baweriya xwe bi hêzên derve de anîn. Lê di encamê de, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û revandin. Dema ku DAIŞ ket nava liv û tevgerê, ji gel re hat gotin ku ‘em li vê derêne û hûn di ewlekariyê de ne.’ Wê demê nêzî 12 hezar hêzên wan li Şengalê hebûn, lê gel bi derfetên xwe yên herî kêm Şengal parastin. Dema ku em li rewşê mêze dikin, ji Şengalê paşve vekişiyan. Li dijî DAIŞ’ê şer nekirin. Gel di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin. Piştî vê tabloyê kes baweriya xwe bi PDK’ê nayîne. Em weke gel têra xwe hene.”
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

01/08/2021
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû
10:36 Li wanê 3 ciwanên HDP'î hatin binçavkirin
10:28 Berpirsê Heşdî Şabî: Tenê şengalî dikarin Şengalê biparêzin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 248'emîn de dewam dike
09:03 Têkoşîna jinên sendîkayî ya ji bo TÎS'ê
09:02 Piştî êrîşa bi droneyan a li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê sinyalên GPS'ê hatin qutkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2021'Ê
31/07/2021
22:28 Nûçegihanê me yê hat derbkirin hat binçavkirin
22:21 Têkildarî êrîşa nîjadperest 3 kesên din jî hatin binçavkirin
21:39 Komek nîjadperest êrîş bir ser ciwanên HDP'î: Rojnamevan jî birîndar bûn
20:58 79 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:41 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:50 Li Mêrdînê komkujî hat şermezarkirin
19:42 Dîmenên dema komkujiyê derketin holê
19:00 Li Taksîmê şermezarkirina komkujiyê: Li dijî faşîzmê mil bi mil
18:47 Li Amedê hêrsa li dijî komkujiyê: Gelê kurd ne bi tenê ye
18:30 Geverê bi meşekê êrîşa nîjadperest şermezar kir
18:17 Hunermendan komkujiya li Konyayê şermezar kir
18:08 Li Antakya û Samandagiyê agir bi daristanan ket
17:49 Li Elbakê lehî: Bi dehan xanî û axur xera bûn
17:43 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê: Dev ji polîtîkayên dijkurdbûnê berdin
17:15 Li her derê komkujî şermezar kirin: Ev nijadperestî ye
16:58 Kesên li Konyayê hatin qetilkirin tên definkirin
16:53 Xizmê Malbatê: Heke em bigirin wê qezenc bikin em ê negirîn
16:36 Parêzerên ku bi dozger re hevdîtin kirin kêliyên komkujiyê veogtin
16:00 Pirsa faîlên Cîhan ku di bin çavan de hat qetilkirin û weke întiharê hat nîşan kirin
15:36 Piştî operasyonê agir girt daristanê
15:18 Mafê tedawiyê ya girtiyê nexweş Sancar tê astengkirin
15:03 Temellî: Berpirsiyarê komkujiyê desthilatdariye
14:48 Ji Tirkiyeyê ji bo NY'yê parastina Dayikên Şemiyê: Li gorî qanûnên me ye
14:23 Rêveberiya nû ya ANYAKAY-DER’ê diyar bû
14:11 CHP'ê serdana malbata Dedeogûllari kir
13:47 Hejmara kesên li Geverê hatin binçavkirin derket 7’an
13:15 Malbata çû dewetê qeza kir: 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû
13:14 Bûldan bertek nîşanî komkujiyê da: Kurd ne bi tenê ne
13:08 Wê Sancar tevlî merasîma cenazeyê malbata Dedeogûllari bibe
12:52 Herêmên ji agir bi bandor bûn weke "herêma bobelatê" hatin îlankirin
12:51 Parêzerên li Konyayê wê piştî nîvro bi dozger re hevdîtin bikin
12:30 Aqûbeta Fahrî Balyecî yê berî 26 salan hat windakirin pirsîn
12:22 Li Manavgatê 2 karkerên mudaxaleyî agir kirin jiyana xwe ji des dan
11:49 ÎHD û TÎHV şandeyê dişîne Meramê
11:47 Cotkaran DEDAŞ'ê şermezar kir: Em 100 hezar qezenç dikin fatoreyên me 250 hezar tên
11:17 Malbata Şenyaşar: Komkujiya li Konyayê encama polîtîkayên cezanekirinê ye
11:03 Derbarê Komkujiya Konyayê de 10 kes hatin binçavkirin
10:59 Êrişkar weke mêvan diçe malê: 20 gule berdan
10:53 Agahî nadin parêzerên ku diçin Konyayê
10:19 Karabûlût: Kujer bi êrişkarên beriya niha re di nav têkiliyê de ye
09:54 Li Îzmîrê cînayeta kar
09:51 Polîs rojnamegerên komkujiya nijadperest dişopînin asteng dikin
09:48 Qeyda Sicîlê ya Midurê Polisan ê Konyayê Dînç: Cinayeta Dînk, Komkujiya 10'ê mijdarê û Komkujiya Konyayê
09:47 Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglû bê definkirin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 247'emîn de dewam dike
09:00 30 sal in girtî ye, ji ber hevdîtin bi malbatê re nekiriye, nayê berdan!
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:51 Cenazeyê Taş û Ûlûgana piştî 93 rojan radestî malbatên wan kirin
30/07/2021
23:59 Cizîrê êrîşa nîjadperest a li Konyayê şermezar kir
23:29 Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov îqtidar e
21:38 Parêzerê malbata hat kuştin: Êrîşkaran cesaret ji bêcezatiyê girt
21:08 HDP têkildarî êrîşa nîjadperest a li Konyayê bi awayekî 'lezgîn' li hev civiya
21:03 Li Cizîrê panela 'Celadet Alî Bedirxan'
20:29 Li Konyayê cara dudoyan êrîş birin ser heman malbata kurd: 7 kes hatin qetilkirin
19:21 Ji HDP'ê kampanyaya aşiyê
16:38 Temellî: Muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e
14:55 Gunay: Îqtidara ku bi jetên taybet diçe her deverê nikare şewatê vemirîne
14:20 Agir bi daristanê qişleya leşkerî ket
14:13 Hikûmetê di şewatê de jî çav berdaye berîka gel
14:09 Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
13:54 DEDAŞ’ê panoyên ceryanê di nîveka peyarêyan de çêkir
13:53 Ji ber şewatan li 4 bajaran bi dehan gund hatin valakirin
13:32 Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê
13:26 Li Marmarîsê di mehekê de 2 caran êrişî HDP’ê kirin
13:24 Jina karker ji nexweşîna Kirim Kongo jiyana xwe ji dest da
12:33 Ferît Şenyaşar: Bila dozger beriya betlanê edaletê bicih bînin
12:18 Kesên li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
12:10 Mexdûrên lehiya Elbakê: Çima vê cihêkariyê dikin?
11:43 Li Baglûmê malên Kurdan tên hilweşandin
11:16 Têkildarî şewata li Marmarîsê zanyariyek nû
10:43 Wezîr Çavûşoglû hat şermezarkirin
10:02 Rektorê Zanîngeha Marmarayê Ozvar tayînî Serokatiya YOK’ê hat kirin
09:22 Binarê Qendîlê û Zînî Wertê hatin bombebarankirin
09:21 Nûnerên PYD'ê hatin berdan, lê nûnerê Rêveberiya Xweser nehat berdan
09:06 Greva birçîbûnê di roja 246'emîn de dewam dike
09:06 Îmîr: Em pêşî li ber qirkirina xwezayê bigirin
09:06 'Berî ku cenazeyê wî derkeve bila hin gav bên avêtin'
09:06 Penaberên efxan ên dane ser rêya koçberiyê: Birçîbûn, tîbûn, sefalet
09:06 Geliyê Mûnzûrê bi talûkeyekê re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2021'A
29/07/2021
23:46 Olûç: HDP berxwedan e, hûn nikarin bigirin
22:13 Li Erzînê mîtîng: Tecrîdê rakin
20:48 Di 24 saetên dawî de 60 kesên din jî mirin
17:02 7 roj in Herêma Şênê dişewite