* Rojnamevan-nivîskar Ayşe Duzkan diyar kir ku AKP li ser kevneşopiya Îhvan tevger dike û polîtîkaya wê zayendperest wê ji partiyên din ên rastgir cuda dike û got: “Îtîraza ku dixwaze vê pergalê biguherîne, gelek wê aciz dike. Çimkî em jin dixwazin xwebixwe çarenûsa xwe diyar bikin.”
* Civaknasê êzidî Azad Bariş destnîşan kir ku fermana li ser êzidiyan hêj berdewam dike û got: “Her kesî fêm kir ku êdî nikarin fermanê bînin serê êzidiyan lê hin minafiqên li herêmê hêj li ser kar in.”
* Serokê partiya êzidiyan PADÊ Emer Salih banga vegera Şengalê li êzidiyan kir got: “Şengal ji nûve ava bûye. Em ê Şengalê di her şert û merci de biparêzin.”
* Derbarê rêveberê MEBYA-DER’ê Azîz Olçen de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de kartvîzîtê ÎHD’ê wek delîliya “endamtiya rêxistinê” hatiye nîşandan.
* Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê were pêşandan.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 147'emîn dewam dike.
*Sazî û rêxistinên rojnamegeran, wê têkildarî êrişên li dijî rojnamegeran, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* KCD, DBP û TJA, dê derbarê êrişa nijadperest a li Konyayê pêk hat de, li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê. (18.00)