Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê partiya êzidiyan PADÊ Emer Salih banga vegera Şengalê li êzidiyan kir got: “Şengal ji nûve ava bûye. Em ê Şengalê di her şert û merci de biparêzin.” 

Di ser fermana 73’yan a DAIŞ’ê ku li dijî êzidiyên li Şengalê i 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anî 7 sal li pey xwe dihêle. Di fermanê de bi hezaran jin û zarokên êzidiyan hatin kuştin û revandin. Bi sed hezaran êzidî ji warên xwe koçber bûn. DAIŞ’ê jin û zarokên êzidî li bazarên koleyan ên Mûsil û Reqayê firotin. Gelê Şengalê piştî bajarê wan hat rizgarkirin dest bi avakirina jiyanek nû kir. Piştî Meclîsa Xweseriya Demokratîk Şengalê hat avakirin, bi hezaran êzidî vegeriyan cih û warên xwe. 
 
Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih têkildarî salvegera fermana 73’yan û gefên li ser Şengalê ji ajansa me Mezopotamya re axivî. 
 
Salih diyar kir ku her hêza ku li Iraqê bû desthilatdar siyaseta Şengalê li ser "nebûna perwerdehiyê, nebûna rêxistinî û hêza îradeyê" ava kir. Salih destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan gelê Şengalê lawaz bûye û got: “Civaka êzidî ji aliyê hikûmetan ve di her warî de têne bikaranîn. Piştî êrîşa DAIŞ’ê li Şengalê her tişt guherî. Li Şengalê tiştek mîna berê nîne." Berxwedan û têkoşîna Şengalê bûye îrade.” 
 
'XIYANETA PDK'Ê NAYÊ JÎBÎRKIRIN’ 
 
Emer Salih bi bîr xist ku bi hezaran êzidiyên ku li dijî fermanê li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dan û bedela parastina welatê xwe dan, civaka êzidî ji destê xiyanetê gelek êş kişandine. Salih diyar kir ku civaka êzidî wê rev û xiyaneta hêzên PDK'ê ya 3'ê Tebaxê ti carî ji bîr neke û got: "Êzidiyan ne ji hikûmeta navendî ya Iraqê û ne jî ji PDK'ê destek stendin. Yên ku dibêjin, 'Em ê xwedî li Şengalê derkevin û kes nikare nêzî Şengalê bibe’ destûr da ku komkujî pêk were û ew bêyî ku yek guleyek jî biteqîne reviya. Ger ew li kêleka êzidiyan şer bikirina wê DAIŞ nedikarî biketa Şengalê.” 
 
Salih anî ziman ku PDK berdevkiya AKP'ê ye û di her firsendê de gefê li Şengalê dixwe û got: "Peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, parçeyek ji vê ye ku dixwazin bi vê peymanê Şengalê dîsa tê valakirin.”
 
VEGERA ŞENGALÊ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Salih destnîşan kir ku yên di fermana 73'yan de negihiştin armanca xwe îro hewl didin Şengalê bi dest bixin û got: “Eger Şengal bê wêrankirin, êziditî jî wê ji holê rabe. Yên ku li Şengalê xiyanetê kirin naxwazin êzidî vegerin warên xwe. Dixwazin Şengalê tevlîhev bikin û planên nû bixin dewrê. Xetereya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê dewam dike.” 
 
MECLÎSA XWESER HAT AVAKIRIN
 
Emer Salih bal kişand ser girîngiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Asayişa Êzidxanê ku li Şengalê hatiye damezrandin û wiha got: “Hem nîzama giştî hem jî meclîs di serdemek mirin-mirinê de hat avakirin. Weke partî em jî beşdarî vê pêvajoyê bûn. Ev hemû ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû bû. Piştî me rêxistina xwe mîsoger kir, planên li ser Şengalê pûç bûn. Ger ev sazî nebûna, dê Şengal bêparastin bûya û jiyan ava nebûye. Meclîs li dijî planên qirêj rawestiya û ew pûç kir.” 
 
BANGA VEGERA LI ŞENGALÊ 
 
Serokê PADÊ Salih destnîşan kir ku ew ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin û got: “Ger niyeta baş a PDK’ê hebûya, wê vîna siyasî ya li vir nas bikira. Em ne li dijî tu pêkhateke siyasî ne. Lê belê, em ti carî destûrê nadin ku Şengal radestî Tirkiye an hêzên din bê kirin. Dixwazin pêşî li avakirina Şengalê bigirin. Ji ber vê yekê ew vegera êzidiyan asteng dikin. Hemwelatiyên me yên ku di wargehên cihêreng de dimînin, divê êdî vegerin ser axa xwe ya pîroz. Heta niha ji sedî 20-30’yê êzidiyan vegeriyane. Jiyana li Şengalê ji ya sala 2014 çêtir e. Em ê jî hewl bidin ku êzidî vegerin ser axa xwe ya pîroz.” 
 
MA / Mujdat Can 

Sernavên din

04/08/2021
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû