Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin

img
KONYA - Endamên malbata Dedeogûllari ku di komkujiya nijadperest a li Konyayê de jiyana xwe ji dest dan, di 28’ê Gulanê de, ji dozgeriyê re gotibûn, ji ber ku Kurd in êrişî wan hatiye kirin.
 
Li navçeya Meram a Konyayê, di êrişa nijadperest a di 30’ê Tîrmehê de, li dijî malbata Dedeogûllari pêk hat de, 4 jê jin 7 endamên malbatê hatin qetilkirin. Kujer Mehmet Altûn ê 7 kes ji malbata Kurd a ji Qersê qetil kirin, ligel ku 4 roj bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna nehatiye girtin. Rayedarên dewlet û desthilatdariyê hewl dan ku qetilkirina malbata Dedeogûllarî, weke “dijminantiya di navbera du malbatan de” bidin xuyakirin. Lê endamên malbatê ku berê rastî êriş, heqaret û gefan hatibûn, piştî êrişa 12’ê Gulanê di îfadeyên xwe yên li qereqol û dozgeriyê da bûn de, gotin ji ber ku ew Kurd in rastî êrişê hatine. Endamên malbatê yên hatin qetilkirin, di îfadeyên xwe de, gefên êrişan ên weke “Ez ulkucume, ezê we ji vê derê rakim” vegotibûn.  
 
GEFÊN KUJERAN
 
Bariş Dedeogûllari yê hat qetilkirin, piştî êrişê rojekê di 13’ê Gulanê de diçe qereqolê vê îfadeyê dide: “Roja 12’ê Gulanê, saet 02.30’an, dema ku ez li mala xwe bûm, cîranên min Lutfî Keleş, kurên wî Alî Keleş û Îbrahîm Keleş, birayê wî Velî Keleş, kurê birayê wî Alî Keleş û zavayê wan Yahya Çalik û kurên wî Alî Çalik û Remezan Çalik, deriyê mala me vekirin û bi awayekê bê destûr ketin hûndir. Di destên wan de şivên hêsin û daran hebûn. Birayê min Metîn Dedeogûllari derket pêşberî wan. Dema ez çûm bi daran li birayê min dixistin. Yahya û Velî di dema êrişê de digotin, ‘ez ulkucume, emê we ji vê derê rakirin.’ Du kesan bi Alî Keleş re bi milên min girtin û bi daran li serê min xistin. Alî Keleş, ji Alî Çalik re digot vî kêr bike. Ez bi erdê re dirêj kirim û derketin ser pişt amin. Xwişka min Serap Dedeogûllari xwest min ji destê wan xelas bike, lê bi darên hêsin li wê xistin. Dema ku xwişka min Serpîl li polîsan geriya, ji cihê bûyer reveiyan. Ez gilî dikim.”
 
Serpîl Dedeogûllari ya têkildarî êrişê îfade da jî wiha bûyer vegotiye: “Velî bi porê min re girt û kulm li sesrê min xist. Piştî ku ez derb kirim, ji min re got, ‘biçe ji vê derê, ezê we ji vê derê rakim, ez ulkucume.’ Di vê navberê de jî bi şiva hêsin li milê min ê çepê xist. Ez birîndar bûm. Pişt re min xwe da aliyekê û min li 155 û 112’an geriya. Ez gilî dikim.”
 
Sîbel jî wiha îfade da xwe dide: “Welî Keleş, dema êriş me kir got ‘Ezê we ji vê derê rakim. Ez ulkucume.’”
 
Yaşar jî, di îfadeya xwe ya 13’ê Gulanê de wiha got: “Yahya Çalik ji me re got, ‘Ez ulkucume, ezê wê ji vê derê rakim.’ Bi vê gotina xwe re şiva hêsin li serê min xist û ez ketim erdê. Di vê navberê de Ayşe Keleş jî, bi darê li milê min ê rastê xist û ez birîndar bûm.”
 
PIŞTÎ LÊDANÊ GEF
 
Malbata Dedeogûllari, berê komkujiyê jî, di 22’yê Gulanê de, rastî gefên devkî yên êrişkaran hatin. Malbat ji ber vê yekê li polîsan digere û giliyê êrişkaran dike. Serpîl Dedeogûllarî, di 24’ê Gulanê de, derbarê gefên êrişkaran de vê îfadeyê dide: “Di 22’yê Gulanê de, saet 08.00 sibê ez li berbana mala xwe bûm. Bavê min Yaşar di baxçeyê de bû. Wesayîtek boz hat ber mala cîranê me Lutfi Keleş, ku plaqeya wî nizanim. Di vê wesayîtê de Ramazan Çalik, Alî Keleş û Ahmet Keleş hebûn. Ajokarê wesayîtê ku navê wî nizanim, ji wesayîtê hat xwarê, deriyê mala me vekir û ji bavê min Yaşar re got, ‘Ya te… Li polîsan bigirin bila bên… Bila bên, we ji destê me xilas bikin.’ Min qîr kir. Birayê min Bariş, dayika min û xwişka min derketin derve. Birayê min bi baz hat. Lê ev kes li wesayîta xwe siwar bûn û bi lez ji cihê bûyerê çûn. Di vê navberê de Şerîfe Çalik, Hatîce Keleş, Merve Şen, Esma Keleş û hin kesên din ên ji mala Lutfu Keleş derketin wiha ji bavê min re gotin, ‘Ka hûn bi sekinin. Em ê we ji vê derê rakin. Ka bila zilamên me derkevin.’ Min jî li polîs geriya. Dema ku wesayît di kolanê re derbas bû min dimîne wê girtin. Ez vê dîmenê bi daxwaza xwe didim. Ez gilî dikim.”
 
Bariş Dedeogûllari jî, di îfadeya xwe ya 24’ê Gulanê de, derbarê êrişkaran de gilî dike.
 
LUTFÎ KELEŞ MAL ŞOPAND
 
Bariş Dedeogûllari, di 28’ê Gulanê de jî, diçe Serdozgeriya Komarê ya Konyayê û derberê Lutfî Keleş ê ku bi dîzîkave mala wî bi kamerayê dişopîne gilî dike.
 
JI BER KU KURDIN
 
Malbata Dedeogûllari ya li Dozgeriya Konyayê di îfadeyên da bûn de wiha gotin: “Ji ber ku em Kurd in, me xistine hedef xwe û êrîşî me dikin.” Yaşar Dedeogûllari jî, di îfadeya dide de wiha dibêje: “Ev 10 salin bi Yahya Çalik re dijminantiya me heye. Sedema dijminantiya me jî, ji ber ku em Kurd in. Pirsgirêk Kurdiyetiye. Ber jî, ji ber vê sedemê em hatin dadgehkirin. Sedema dijminantiya me tenê eve.” 
 
Serap Dedeogûllari jî wiha îfade da bû: “Ji ber ku em Kurd in êrişî me dikin. Berê jî bi heman hincetê êrişî me kiribûn. Ji ber ku em Kurd in naxwazin em li vê derê bimînin. Ji ber vê yekê heqaret li me kirin,  bi ser mala me de girtin, êrişî me kirin û derb kirin.”
 
MA / Bêrîvan Altan - Hakan Yalçin
 

Sernavên din

04/08/2021
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû