WAN - HDP'ê welatiyên ku li navçeya ÇArdêranê ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyyaret kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li taxên Osmanli û Çûbûklû yên navçeya Çardêran a Wanê welatiyên ji ber lehiyê axurên wan û xaniyên wan xera bûn, ziyaret kir. Hevserokê DBP'a Bajêr Çetîn Ûyar, Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, hevserokên HDP'a navçeyê û endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariya Çardêranê welatî ziyyaret kirin.
Welatiyan ji heyetê re gotin gelek xanî xera bûne û heywanên wan mirine, lê belê tu tişt nehatiye kirin û kesî alîkariya wan nekiriye.