COLEMÊRG - Li Geverê lehî rabû. Gelek tax di bin avê de man.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Navenda çarşiyê û gelek taxên navçeyê di bin avê de man. Pergala qenalîzasyonê ya ku qeyûm bi 580 milyon TL'yî çêkiribû ji binî de xera bû.
Her wiha rêyên di navbera Wan-Colemêrg-Gever-Şemzînanê de jî ji ber lehiyê hatin girtin.