* Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku zêdebûna dijminahiya li dijî penaberan rê li ber nîjadperestiyê vekiriye û ev nîjadperestî êrişên xwe yên yekemîn û herî tund li dijî kurdan pêk tîne.
* Nûçegihanê me Enes Sezgîn ê dema şopandina nûçeyê de komeke nijadperest û polîsan li wî dan wiha got: “Ev îşkenceya li gel û rojnamevanan tê kirin polîtîkaya dewletê ye.”
* Nûçeya medya sereke ya "Li Buyukadayê 3 kes bi bîdonên benzînê hatin girtin, derket holê ku 2 ji wan endamê rêxistinê ne" derew derket. Ji kesên ku bûbûn mijara nûçeyê Berna Sogut û Gulnîhal Koç, têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Di bîdonê de ne benzîn rûnê bermayî yê nayê şewitandin hebû."
* Çalakiya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 248'an de berdewam dike.
* Wê ji bo salvegera fermana 73'emîn a bi destê DAİŞ’ê li Şengalê li dijî êzidiyan pêk hat li gelek navendan daxuyanî bên dayîn. (11.00-19.00)
* Platforma Elewiyan a Edenê, têkildarî êrişên li dijî elewiyan wê li Heykellî Parkê daxuyanî bidin. (12.30)
* Wê ji bo Komkujiya Konyayê li ber bloqa C a Edliyeya Îzmîrê daxuyanî bê dayîn. (12.30)
* Wê rêxistinên jinan, têkildarî xwendekara zanîngehê Azra Gulendam Haytaoglû ku piştî dest dirêjî wê hatibû kirin hatibû qetilkirin li Antalya û Mersînê daxuyanî bidin. (19.00)