Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye

img
 
STENBOL - Nûçegihanê me Enes Sezgîn ê dema şopandina nûçeyê komeke nijadperest û polîsan li wî dabûn wiha got: “Ev îşkenceya li gel û rojnamevanan tê kirin polîtîkaya dewletê ye.” 
 
Hêzên Ked, Aştî û Demorkasiyê yên Stenbolê di 31’ê tîrmehê de li Taksîma Stenbolê qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya kurd şermezar kiribûn. Piştî daxuyaniyê li vir komeke ciwanan meş li dar xistibû. Komek nijadperest êrişî meşê û rojnamevanan kiribû. Nûçegihanê me Muhammed Enes Sezgîn û xebatkarê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş jî di nav de gelek kes birîndar bûbûn. Polîsan jî ne êrîşkar, Sezgîn û Oztaş jî di nav de 6 kesan binçav kiribûn. Dadgehê rojnamevanên ku polisan di bin çavan de li wan xistibû, berda bû. 
 
Nûçegihanê me Enes Sezgîn ê polîs û komeke nijadperestan li wî dabû, tiştên bi serê wî de hatibûn vegot.
 
KELEMÇEYA BI PIŞT VE
 
Sezgîn, diyar kir ku dema nûçe şopandiye ji aliyê koma nijadperest ve hedef hatiye nîşandan û wiha got: “Koma nijadperest, bi kirina îşareta ulkucuyan girse sor kir. Min tenê li wir dîmen dikişandin. Piştî ku êrîşî girseyê kirin êrîşî xebatkarên çapemeniyê jî kirin. Ji koma nijadperest 4 kesan û polîsekê êrîşî min û xebatkarên çapemeniyê yên jin kirin. Ne tenê li vir li her derê êrîşî rojnamevanan dikin. Piştî ku koma nijadperest belav bû ez li parkê rûniştim û dest bi  nivîsandina nûçeya xwe kir. Kesekî ji koma nijadperest ez nîşanî polîsan dam û polîs hatin ser min. Polîsan qada ku em lê bûn dorpêç kirin. Koma nijadperest jî her ku diçe zêde dibû. Polîsan mudaxaleyî ciwanên ku koma nijadperest êrîşî wan kiribû kirin. Pişt re li nasnameya min nêrîn û destê min bi pişt ve kelemçe kirin û min li erdê dirêjkirin. Ligel ku min ji wan re got ez rojnamevan im jî polîsan ji min re got “dengê xwe neke, neaxive” û heqaret li min kirin.”
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Sezgîn, bi lêv kir ku polîsan îdia kiriye ku ji bo biçavkirina wî gilî heye û dema ji polîsan pirsîiye ku giliya derbarê wî de çi ye tu bersiv negirtiye. Sezgîn, pêvajoya birina qereqolê wiha vegot: “Ez li wesayîtê siwar kirim û birin Qereqola Kasimpaşayê. Çawa em çûn qereqolê min û 4 kesên bi min re hatin binçavkirin birin odeyeke pişte. Odeyeke ku em dikarin bêjin ‘îşkencexaneya’ qereqolê ye. Li vir qemere tune bû û odeyeke teng bû. Li odeyê li me hemûyan dan û îşkence kirin. Komeke qelebalix a polîsan xwe avêtin ser me û li destên me xistin. Li wê odeya tarî lêgerîn kirin. Li min lêgerîna tazî ferz kirin lê min qebûl nekir û polîsan careke din tundî li min kir. Pişt re em kirin yek rêz. Ji me re gotin ‘berê xwe bidin dîwar, serê xwe bi dîwar ve bikin’. Polîsekî din jî digot ‘serê ji dîwar vekin, rast bisekinin’ piştî ev yek kirin ji bo kontrola tenduristiyê em birin nexweşxaneyê.”
 
LI NEXWEŞXANEYÊ TUNDÎ
 
Sezgîn, destnîşan kir ku dema ji bo mûayeneyê ew birin nexweşxaneyê jî polîsan li wan xist û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê ez ser dev li erdê dirêj kirim. Pişt re em ji nexweşxaneyê birin qereqoleke din û li wir jî li me xistin. Min ji wan re digot ‘ez rojnamevan im’ lê zêdetir tundî li min dikirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Polîsek li wir hat ji hevalê xwe re wiha got ‘fermana taybet a amirî heye, em nahêlin ev rûyê xwe jî bişon’. Polîs hêza xwe ji amir digire û tundiyê dike. Gelo amir hêza xwe ji kê digire? Ev amir vê rehetiyê ji kê digire?”
 
ÎŞKENCEYA POLÎSAN
 
Sezgîn, bal kişand ku notirvanan jî îşkence li wan kirine û ev rewş weke hêza milis a dewleta çetebûyî bi nav kir. Sezgîn, anî ziman ku îşkenceyên derveyî mirovahiyê li wan kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek cihê laşê min şopa îşkenceyê heye û têkildarê vê min rapor girt. Ez ê giliyê polîsan bikim û şopdarê pêvajoyê bibim.”
 
 POLÎTÎKAYA DEWLETÊ
 
Sezgîn, diyar kir ku polîsan gelek caran heqaret li wan kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Polîsekî piştî ku îşkence li me kir got hevalê xwe ‘ez ê çûm nimêjê bikim û werim’ vê gotina wî bala min kişand. Îşkenceyê li me dikin û pişt re diçin nimêjê dikin. Ev hişmendiyeke çawa ye? Ev îşkenceya li rojnamevan û welatiyan hatiye kirin polîtîkayeke dewletê ye. Dema em bi wesayîta polîsan birin nexweşxaneyê ji me re wiha gotin ‘Divê van kuçikan neavêjin girtîgehê. Bila xwarina dewletê nexwin. Ya herî baş niha tu van bibî zeviyekê û li serê wan bidî. Ruhê kesê jî pê nahese’.”
 

Sernavên din

04/08/2021
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû