Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide

img
STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, diyar kir ku zêdebûna dijminahiya li dijî penaberan rê li ber nîjadperestiyê vekiriye û ev nîjadperestî êrişên xwe yên yekemîn û herî tund li dijî kurdan pêk tîne. 
 
Piştî ku vekişandina Amerîkayê ya ji Afganistanê dest pê kir, Talîbanê êrişên xwe zêde kir û gelek deverên welat kir bin kontrola xwe û herêmên xwe berfirehtir dike. Ev jî bû sedem ku koçberbûan afganan a bi salan e didome zêde bibe. Rawestageha destpêkê ya penaberên afgan Tirkiye ye. Penaber li vir bi pêkanînên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Ji ber polîtîkayên cihêkirinê yên desthilat û muxalefetê, her roj êriş li penaberên afgan tên kirin û tirsa ku careke din bên vegerandin dijîn.  
 
Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay ku penaberan li dijî Ewropa weke koz bi kar tîne, beriya çendekî derbarê penaberan de ev daxuyanî dabû: "Heke ji hin cihên gelek girîng sûriyeyiyan bên vekişandin, sûriyeyî bên şandin wê aboriya welat têk biçe." Ev daxuyanî bû li xwe mikur hatina polîtîkayên li dijî penaberan. MHP ku beriya tifaqa xwe ya bi AKP'ê re timik digot, 'Divê penaber bên şandin' û polîtîkayên xwe yên nîjadperest didomand, di 5 salên dawîn de ku herî zêde penaber hatin Tirkiyeyê xwe bêdeng kir. Rojek berê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, vê bêdengiya xwe xera kir û berovajiyê polîtîkayên AKP'ê dijminahiya xwe ya li dijî penaberan bi van gotinan danî holê: "Koça bêpergal dagirkirineke ku navê wê nehatiye danîne û kompasa li dijî demografiya me ye."
 
RÊ LI BER NÎJADPERESTIYÊ VEDIKE
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, diyar kir ku dijminahiya penaberan ku zêde dibe rê li ber nîjadperestiyê vedike û wiha got: "Divê herkes komê xwe deyne ber xwe. Berpirsên bingehîn ên koçê welatên emperyalîst in. Cihê ku emperyalîzm diçê şer, xwîn, rondik jî bi xwe re dibe. Ji ber vê emperyalîzm koçê hildiberîne. Bi peymana ku bi Yekitiya Ewropayê re hat çêkirin re Tirkiye bû embara penaberan. Penaber ne dikarin biçin Ewropa ne jî dikarin biçin welatê xwe. Ev pêvajoya 10 sal in didome. Bi vê rewşeke nû ava kirin. 10 sal in bêyî ku mafekî bidin penaberan wan digirin. Hem emperyalîzma Tirkiyeyê hem jî emperyalîzma Ewropayê ji vê stratejiyê gelek hez kirin. Desthilata AKP'ê bi vê serbilind e."
 
JI TEZKEREYAN RE 'NA'
 
Akdenîz, xwest ku koça afganan micid bê dîtin û hişyarî da ku wê ji Afganistanê koçeke mezin çêbibe û ev tişt anîn ziman: "40 sal in li wir şer didome. Amerîka bi biryarekê got ku wê ji Afganistanê vekişe. Li wa cihên vala leşkerên Tirkiye û NATO'yê bên bichihkirin. Ji bo rawestandina koçê divê mirov destpêkê ji tezkereyên şer re bibêje 'na'. Bi penaberan re civaka Tirkiyeyê 10 sal in mexdûr dibe. AKP bi penaberan civakeke rajêrî ava dike. Vê jî bi ser biratiya ummetê dike. Ev koç mudaxaleya demografiyayê ye. Ji bo guhertina rejîmê timik vê hêzê di destê xwe de digire. Li dijî Ewropa jî timik weke koz bi kar tîne."
 
RÊYA SÊYEMÎN
 
Di berdewamê de Akdenîz, destnîşan kir ku gotinên Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay ên derbarê penaberan de li xwe mikur hatine û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Li Tirkiyeyê ne Tifaqa Cûmhûr ne jî Tifaqa Millet penaberan nafikirin. Ji bo vê pêwistî bi rêya sêyemîn heye. Divê ev rê bibe vebijêrka gelekî demokratîk û şoreşger. Divê hemû hêzên derveyî Tifaqa Cûmhûr û Tifaqa Milletê xwe bikin yek. Bloka ku em ê weke rêya sêyemîn ava bikin wê cara yekemîn wiha li pirsgirêkê binêre; divê Peymana Paşveşandinê bê betalkirin, divê destûra xebatê ji her penaberî re bê dayîn, divê karker di nav aramiyê de bixebitin, xebata derveyî qeydan ji holê bê rakirin û divê rêya ewle ya paşve çûyînê bê vekirin. Ji ber ku êdî ev nikare bê berdewamkirin Bahçelî jî îttîrazê vê rewşê kir."
 
'DIVÊ DENGÊ AŞTIYÊ BÊ BILINDKIRIN'
 
Akdenîz, da zanîn ku dijminahiya penaberan a zêde dibe rê li ber nîjadperestiyê vedike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ev nîjadperestî êrişên xwe yên yekemîn û herî tund li dijî kurdan pêk tîne. Li Konyayê 7 kurd hatin qetilkirin. Divê ev hişyarker bin. Kampanya Tifaqa Millet ya derbarê penaberan de rûn dide ser navê desthilatê. Rast e wê ev li penaberan jî bide lê ji wê bêtir qada avakirina provakasyonê vedike. Li ser medya sanal hin elewî li ser navê laîklîkê piştgirî didinê vê. Lê divê herkes xaçên ku li ser malên elewiyan tên çêkirin bi bîra xwe bîne. Ev pêl ber bi wê ve diçe. Hin kurd jî tevlî vê pêlê dibin. Heke hûn tevlî vê pêlê bibin, hûn ê pêşî li nîjadperestiya ku li kurdan dide vekin. Hin karker jî ji ber bêkariyê tevlî vê kampanyayê dibin. Sekuler jî ji ber fikarên xwe yên şerîet û cîhadê tevlî vê kampanyayê dibin. Lê divê em jinên ku ji ber kincên wan êriş li wan tê kirin bi bîra xwe bînin. Ev pêla nîjadperest bi kurd û elewiyan re li dijî herkesê ku ji ber rengê jiyana xwe fikar dikine. Lewre divê herkes komê xwe deyne ber xwe û hêzên demokrasiyê rê nedin nîjadperestî û şovenîzmê. Divê dengê aştî û biratiyê bê bilindkirin."
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/08/2021
11:17 Şewatên li Xozat û Pîranê vemirîn
10:39 Malbata êrişkar hat girtin lê ew bi xwe nayê dîtin
10:38 Li Amedê di 24 saetan de 14 kes mirin û 2 hezar kes jî bi nexweşiyê ketin
09:01 Greva birçîbûnê di roja 251'emîn de dewam dike
09:01 Şahidê teqîna li Geverê: Em çûn em eskeran xelas bikin, em gulebaran kirin
09:01 ‘Di warê aşiyê de baweriya bajarên herêmê bi dewletê tune ye'
09:01 'Li deverên tên şewitandin otêl û qereqol bilind dibin'
09:01 Ozûgûrlû: Navnîşana nû ya DYA'yê Asya Pasifîk e
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê
03/08/2021
23:43 Li Yewnanîstanê bi meşekê komkujiyên nîjadperest şermezar kirin
20:42 Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş
18:54 Bernameya meha Tebaxê ya KCD û DBP'ê diyar bû
18:37 Ferdê malbata Dedeogûllari yê sax ma: Bûyer piştî heqaret li kurdan hat kirin dest pê kir
16:30 Ferît Şenyaşar: Wê yan mirin an edalet me ji vir veqetîne
16:24 ‘Em jinên ku destên xwe dirêjî rojê kirin silav dikin’
16:20 Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê
16:00 Li Cizirê mirina zarokekî ya bi guman
15:06 Li Egeyê şewatên daristanan belav dibin: Hejmara miriyan derket 9’an
15:05 Platforma Elewiyan a Edenê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
14:48 Rêxistinên Hiqûqê: Li dijî êrîşên nijadperest em li cem kurdan in
14:46 Îşkenceya li Iraq û Herêma Kurdistanê ket raporên NY'yê
14:15 Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê banga îstîfayê li desthilatê kir
13:54 Li Erdîşê hevdîtina gel: Rêya çareseriyê Îmralî ye
13:09 Walîtiya Dersimê ku nikare agir vemirîne daristanan qedexe kir
12:59 Endamê Meclîsa HDP’ê Dûrdû giliyê Yenî Şafakê kir
12:55 Çetîn Dedeogûllari ku ji komkujiyê sax filitî wê îfade bide
12:33 Ji bo Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:22 Fîlmê ku berxwedana jinên êzidî vedibêje sûc hat hesibandin
12:21 TJA: Bila 3'ê Tebaxê weke "Roja Çalakiya Dijî Qirkirinê" bê îlankirin
11:56 HDP: Divê Qirkirina Êzidiyan bê naskirin
11:48 Hevserokê HDP'a Konyayê: Zimanê siyasetê êrişên nîjadperest pêk tîne
11:34 Li Geverê berîvanan bi zorê canê xwe ji lehiyê xelas kirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Li çar aliyên welat qêrînên edaletê bilind dibe
10:56 Nûçeya ‘Li Buyukadayê binçavkirina sabotajê’ derew derket
10:55 Di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin
10:38 Li Dersimê leşker zarokekê tacîz kir
10:36 Parlamenterê AKP'ê yê çû herêma lehiyê: Çima HDP alîkarî nake?
09:44 Akdenîz: Nîjadperestiya ku bi ser penaberan de tê kirin li kurdan dide
09:26 Rojnamevan Sezgîn ê hat îşkencekirin: Ev polîtîkayeke dewletê ye
09:17 Greva birçîbûnê di roja 250'yemîn de dewam dike
09:07 Amerîka wê 24 dîplomatên rûs der sînor bike
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2021'AN
02/08/2021
21:28 Bi çalakiya rûniştinê êrîşên nîjadperest şermezar kirin
21:21 Kesê ku Haytaoglûyê qetil kir hat girtin
21:17 22 hezar û 898 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:14 15 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:43 Li Geverê jî lehî rabû
19:30 Heyeta HDP'ê li Çardêranê welatiyên ji ber lehiyê mexdûr bûn ziyaret kir
18:22 Bertekên li hemberî komkujiya nîjadperest: Divê berpirsiyar bên darizandin
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Tecawiz weke rêbazê şer tê domandin
16:36 Siyasetmedarê kurd Kilinç jiyana xwe ji dest da
16:36 Li Elbakê dîsa lehî rabû
16:29 Begefîlma '73' ya îşev tê weşandin
16:13 Platforma Jinên Kurd, li dijî êrişan banga yekitiyê kir
15:25 Li Îzmîrê 2 kes hatin binçavkirin
15:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:34 Li Geverê operasyona leşkerî
14:23 Hevdîtinên TÎS'Ê dest pê kirin
14:22 Hevdîtinên TÎS'ê dest pê kirin
14:17 Serdanên şîna Dedeogûllari dewam dikin
13:56 Polisan li Amedê 4 ciwanan binçav kir
13:55 Civîna kabîneyê ya agirên daristanan taloq bû
13:45 Temellî: Li karesatên xwezayî, karesatek siyasî zêde bû
13:37 Li Wanê dema binçavkirinê ya 9 kesan 4 rojan hat dirêjkirin
12:59 Dest dirêjî li jina ciwan a winda hatiye kirin û hatiye kuştin
12:44 7 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
12:43 Ji bo Wanê hişyariya baraneke zêde hat kirin
12:29 Endamê Meclisê yê HDP’î Artûger jiyana xwe ji dest da
11:58 Malbata Şenyaşar: Dozger di betlanê de ye û malbat jî li ber edliyeyê ye
11:43 Xaşkanî bibertek in: Di erdhejê de jî alîkarî nehat
11:15 Li Îranê 3 Kurd hatin darvekirin
10:59 Turkdogan: Divê Tirkiye bi nexweşiya nîjadperestiyê re hevrû bibe
10:53 Îfadeya malbata Dedeogûllari ya li dozgeriyê: Ji ber ku em Kurd in êriş kirin
09:49 Li Elmaliyê nîjadperestan êrişî karkerên demsalî kir: Malbata Kûrga gund terk kir
09:05 Greva birçîbûnê di roja 249'emîn de dewam dike
09:05 Serokê PADÊ’ê: Em ê Şengalê di binê her şert û mercî de biparêzin
09:05 Cikavnas Bariş: Li Şengalê minafiqên xwecihî li ser kar in
09:05 İsrar û hewldanên Ocalan ên 'çareseriyê' her tim pûç hatin hiştin
09:03 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tundî zêde bû
09:00 Ji Mêrdînê rakirin birin li Kerboranê bi cih kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'AN
01/08/2021
22:08 96 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:26 Bûldan: Îqtidara ku roj dijmêre bila were vê meydanê bibîne
19:12 Qetilkirina malbata Dedeogûllari hat şermezarkirin
18:35 Nûçegihanê me û 5 kesên din hatin berdan
17:16 STO û partiyên siyasî serdana şîna malbata Dedeogullari kirin
17:06 Li Şirnexê 18 girtî bi koronayê ketin
15:44 Xizmên Dedeogûllari yên çûn cihê komkujiyê rastî tundiya polîsan hatin
15:01 Komkujiya li Îzmîrê hat xwestin, li Konyayê pêk hat’
14:26 Li Xaşkanê lehiya duyemîn rabû
14:03 Hejmara kesên li Wanê hatin binçavkirin derket 9'an
13:20 Koma Tifaqa Kurdistanî: Desthilatdarî berpirsê vê komkujiyê ye
12:29 Jinên Êzidî bûn berga pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê
12:19 Karsazê Kurd Guneş hat girtin
12:04 Rojnamegerên rastî êrişa koma nijadperest hatin îfade nedan polîsan
11:38 Şewata li Xozatê 3 roj in dewam dike
11:21 Malbata Şenyaşar: Zilmê neparêzin
11:05 Kujerê komkujiya nîjadperest 40 saet e ku nehatiye girtin
10:46 Li Egeyê bi pileya 5.7 erdhej çêbû