Bang kirin ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Jinê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirina Komkujiya Şengalê ku bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin de banga ku 3'ê Tebaxê bibe "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" kirin.   
 
7'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîn li Mêrdîn, Riha û Stenbolê bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. 
 
RIHA 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajar a Rihayê, li avahiya HDP'ê Komkujiya Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me qirkirina nîjadî û qirkirina jinê ji bîr nekiriye û ji bîr nekin" hat vekirin û jinan çerikên spî dan serê xwe. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, bal kişand ser berxwedana jinan a di komkujiyê de û ev tişt gotin: "Em baş dizanîn ku armanca hedef girtina jinan a di komkujiyê de tunekirina nasnameya jinê ya li Rojhilata Navîn bû. Lê bi ser neketin. Jinên êzidî bi berxwedana xwe ya di vê qirkirinê de ji dinyayê re bûn mînak."
 
Daxuıyanî bi dûrişmeyên mîna “Bijî Berxwedana Şengal’e” û “Jin Jîyan Azadî” bi dawî bû. 
 
Piştî daxuyaniyê li avahiya HDP'ê têkildarî komkujiyê sînevîzyonek hat nîşandan. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî bi pêşengiya TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Bajar a Mêrdînê bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin. Berdevka HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qirkirina jinên Şengalê qirkirina jiyanê ye" hat vekirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li ber çavê dinyayê jinên êzidî li bazaran bi qirkirinê rû bi rû hatine hiştine û wiha got: "Rexmî ku Hollanda û Belçîka Qirkirina Êzidiyan nas kirin jî Tirkiye daxuyaniyeke fermî jî nedaye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye û DAIŞ li heman eniyê ne. Li gel hemû êriş û zextan jî jinan li xaka xwe Şengalê rêveberiyên xwe yên azad ava kirin û xwe bi rê ve dibin. Ev ji vir bangî rayedaran dikin û dibêjin ku hûn bi naskirina Qirkirina Êzidiyan dikarin komkujiyên li dijî kurdan rawestînin û 3'ê Tebaxê jî weke "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" nas bikin. Bi vî awayî hûn dikarin dijminajiya li kurdan bi dawî bikin."
 
Piştî Gunay Aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak jî ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku Qirkirina Êzidiyan nas bike. 
 
Daxuyanî bi dûrişmeya “Jin jiyan azadi” bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) jî têkildarî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî komkujiyê ev nirxandin kir: "Qirkirina nîjadî ya herî mezin a sedsala 21'emîn 7 sal beriya niha li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî êzidiyan pêk hat. Rexmî ku di ser qirkirinê re 7 sal derbas bûne jî hê birînên wê nehatine pêçandin. Em ê komkujiya li Şengalê pêk hat qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Jibîrkirina Şengalê jibîrkirin û paşguhkirina êşên ku gelê kurd kişandiye."
 
Di daxuyaniyê de banga ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê" bê nasîn hat kirin. 
 
ŞIRNEX
 
Bi minesebeta salvegera fermana 73'emîn a bi destê DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî êzidiyan pêk hatî, li navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, Dayîkên Aştiyê, Aktivîstên TJA'yê û gelek kes bi kincên xwe yên spî û qurdeleya reş tevlî daxuyaniyê bûn. Bêriya daxuyaniyê girse heta kolana hûnerê meşiya. Di meşê de pankarta li ser "Qetlîama li ser civaka êzidî hatî kirin, ne hezimkirina hebûna gelê kurd e" nivîsandî hat vekirin. Her wiha dowîzên li ser "Berxwedan jiyan e, Em  berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" nivîsandî hatin hilgirtin. 
 
Li ser navê girseyê aktivîsta TJA'yê Fehîme Saruhan daxuyanî xwend. Saruhan, diyar kir ku di êrîşa ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka êzidî pêk hat de 400  hezar êzidî bi zorê ji axa xwe hatin koçber kirin û 3 hezar ji wan hîn jî agahî ji wan nayê girtin. Saruhan, di domdariya axaftina xwe de got: "Ev hikûmeta ku bi gotinên xwe yên zayendperest, nîjadperest, faşîst û mîlîtarîst li dijî kurd û jinan tevdigere, dijminatiya xwe bi bombebarankirina Şengalê  careke din dide nîşandin. Bombebarana Şengalê  bombekirina vîna jinan, têkoşîna jinan, jiyana hevbeş a gelan e. Bêdengmayîna li hemberî vê tê wateya erêkirina sûcên çeteyên tarî yên DAÎŞ'ê."
 
Saruhan, di berdewamê de berxwedana jinên Êzidî slav kir û destnîşan kir ku tu hêz nikare êzidiyan ji xaka wan koçber bike û bang li hêzên navnetewî kir ku 3'yê Tebaxê Roja Tekoşîna Dijî Qirkirina Nîjadî û Qirkirina Jinê bê îlankirin. 
 
Piştî daxuyaniyê girse çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/08/2021
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin
15:27 Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike
15:09 10 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:03 Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
15:02 Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê banga seferberiyê li gelê kurd kir
13:38 Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket
13:18 Şewata li Çiyayê Cûdî derket bixwe vemirî
13:14 Li dijî Şeladiz û Behdînanê êrişên hewayî Pêk hatin
13:08 Li Wanê penaberekî mirî hat dîtin
13:04 Umîtcan Ûygûn ji mirina biguman a jinekê hat binçavkirin
12:14 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin
11:59 Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne
11:54 Li herêma operasyonê teqîn
11:40 Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir
11:22 Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin!
11:16 Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan
10:30 Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt
10:23 Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin
09:31 Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 252'yemîn de dewam dike
09:04 Qeyûm ji bo Fermandariya Hidûdê avahiyê çêdike
09:04 Li Elkê amûra kişandina giya: Parxel
09:04 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê rojnamevan Kanbal de îdianame hat amadekirin
09:04 Li Antalyayê komên biçek rê dibirin
09:03 Hevserokê ÎHD'ê: Di hemû krîzan de kurd dibin hedef
09:03 150 roj in li edaletê digerin!
09:02 ‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye'
09:02 Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê
04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin