Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake

img
RIHA - Emîne Şenyaşar a têkoşîna “Edaletê” dide ji ber  pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tevlî nobeta li pêş Edliyeya Rihayê nebû. Ferît Şenyaşar ê tena serê xwe nobetê digire wiha got: “Dayika min di rewşeke wisa de ye ku êdî nikare vê zilmê rake.”
 
Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 149'emîn de didome. Emîne Şenyaşar a 65 salî ji ber rewşa wê ya tenduristiyê nebaşbû nikaribû tevlî çalakiya nobetê ya îro bibe û nobetê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ligel hewayê germ a bajêr jî di saetên serê sibê de hat pêşiya avahiya edliyeyê û bi tena serê xwe nobet da destpêkirin. Şenyaşar ê bi dowiza “Ji bo herkesê edalet” ku daniye erdê nobetê digire, ji kesên ku tên edliyeyê re bê edaletiya bi serê wan de hatiye ragihand. 
 
DI REWŞA NIKARE ZILMÊ RAKE DE YE
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku nobeta wan a edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê bênavber didome û wiha got: “Îro em di roja 149’emîn de ne, tena serê xwe têkoşîna edaletê didomînim. Dayika min 65 salî ye. Li Rihayê germeke zêde heye û ji ber vê germê dayika min pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Lêvên dayika min terikî ne û zimanê wê kul bûye. Di rewşeke wisa daye ku êdî nikare vê zilmê rake.” 
 
HETA KU EDALET PÊK WERE 
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku bav û her du birayên wî di 14’ê hezîrana 2018’an de li pêş çavên dayika wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin û wiha berdewam kir: “Bi ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn lê hêj li ser dosyaya dozê biryara veşartî heye. Kesên ku li nexweşxaneyê ev sûcê mirovahiyê kir di nava civakê de digerin. Dîmenên kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê li cem dozgerê dosyayê ne. Dozger kujeran dibînin lê derbarê wan de biryara girtinê dernaxînin. Niha edalet tune be jî em hêviya xwe winda nakin. Dema edalet pêk hat em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.”
 
XWE PARASTIN
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku li birayê wî Fadil Şenyaşar di danişîna dozê de 37 sal û 9 meh ceza lê hat birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tişta ku birayê min kir, di çarçoveya xwe parastinê de bû. Ligel vê yekê birayê min 3 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin. Heke darizandineke adil hebûya niha birayê min di nava me de bû. Li ser hiqûqê zexteke mezin heye. Bila demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”
 
ÇIMA EDALET NÎNE?
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê Wezareta Dadê, rojnamevan Bariş Yarkadaş û Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê etîket kir û ev peyam parve kir: “Pirsa me gelek hesan e. Çima ji bo malbata me edalet nîne? Qanûn li gor kesan tê pêkanîn? Hovên ku bavê min li nexweşxaneyê bi lînckirinê qetilkirin di nava civakê de ne. Têkoşîna me ya edaletê li pêş qesrê di roja 149’emîn de di bin zilmê de didome.”
 

Sernavên din

07/08/2021
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin
15:27 Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike
15:09 10 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:03 Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
15:02 Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê banga seferberiyê li gelê kurd kir
13:38 Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket
13:18 Şewata li Çiyayê Cûdî derket bixwe vemirî
13:14 Li dijî Şeladiz û Behdînanê êrişên hewayî Pêk hatin
13:08 Li Wanê penaberekî mirî hat dîtin
13:04 Umîtcan Ûygûn ji mirina biguman a jinekê hat binçavkirin
12:14 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin
11:59 Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne
11:54 Li herêma operasyonê teqîn
11:40 Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir
11:22 Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin!
11:16 Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan
10:30 Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt
10:23 Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin
09:31 Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 252'yemîn de dewam dike
09:04 Qeyûm ji bo Fermandariya Hidûdê avahiyê çêdike
09:04 Li Elkê amûra kişandina giya: Parxel
09:04 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê rojnamevan Kanbal de îdianame hat amadekirin
09:04 Li Antalyayê komên biçek rê dibirin
09:03 Hevserokê ÎHD'ê: Di hemû krîzan de kurd dibin hedef
09:03 150 roj in li edaletê digerin!
09:02 ‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye'
09:02 Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê
04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin