WAN - 10 kesên ku ji ber şermezarkirina Komkujiya Konyayê hatibûn binçavkirin, sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li Wanê, 9 kesên ku di 31'ê tîrmehê de ji ber şermezarkirina Komkujia Konyayê ya 7 ferdên malbata Dedeogûllari têde hatibûn qetilkirin û Şêwîrmendê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Sînan Ok ku duh hatibûn binçavkirin, li miduriyeta polisan îfade nedan û sewqî edliyeyê hatin kirin. Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeyên her deh kesan jî bê girtin.
Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mesût Bor, Hazal Karabey, Ferat Azan, Arjîn Tûncer, Çetîn Temel, Rojhat Dûman, Rojîn Varhan, Nûrûllah Pekbay, Dîlovan Dûrû û Sînan Ok.