Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike

img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku sedema qrîza civakî ya li welat tecrîda li Îmraliyeyê ye û ev tişt got: "Desthilat ku nikare serî bi qrîza avhewayê re derbixe agirê civakî gur geş dike."
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapameniyê li dar xist û geşedanên li welat nirxand. 
 
'EM TEKOŞÎNA JINÊN ÊZIDÎ SILAV DIKIN'
 
Başaran, diyar kir ku pêvajoyeke têr û tije derbas dibe û di serî de bal kişand ser Komkujiya Şengalê ya 3'yê Tebaxê û wiha got: "Ji ser Komkujiya Şengalê 7 sal derbas bûn û ji 3 hezar Êzidiyan hîn agahî nehatiye girtin. Di vê pêvajoya dijwar de di serî de jinên êzidî hemû êzidî li ser piyan sekinîn. Bi bawerî û çanda xwe jiyaneke nû ava kirin. Em têkoşîna jinên êzidî silav dikin. Qirkirina li ser êzidiyan a li Belçîka û Hollandayê hat qebûlkirin divê li hemû welatan bê qebûlkirin."
 
'JI BER GOTINÊN DESTHILATÊ MALBATA DEDEOGÛLLARI HAT QETILKIRIN'
 
Başaran, da zanîn ku demek dirêj e îktidar li Tirkiyeyê polîtîkayên nefretê dide meşandin û bi siyaseta hedefgirtina îktidarê Dedeogullari li Navçeya Meramê ya Konyayê hat qetilkirin. Başaran, bi lêv kir ku piştî êrişê mala malbata Dedeogullari hatiye şewitandin û ev tişt got: "Dewleta kesên gotin "Em ulkucu ne em ê we li vir nedin jiyîn" parast malbata Dedeogullari neparast. Dewletê nexwest malbata Dedeoglullari biparêze."
 
Di berdewamê de Başaran ev tişt anîn ziman: 
 
"Wekî bûyera qetilkirina Deniz Poyraz êrişa nîjadperest a li Elmadaga Antalyayê jî wekî bûyerên munferit hat nîşandan. Lê em dizanin ev êrişên nîjadperest in. Polîtikayê nefretê dibe sedema êrişên nîjadperest. Em vê yekê ji komkujiyên Sêwas, Madimak, Şengalê dizanin. Îktidar ceza nade bersûcan."
 
ÎKTÎDAR DIXWAZE SÛCÊ BINPAÇ BIKE 
 
Ji şewitandina daristanan HDP û kurdan wekî berpirs dibînin. Ev yek nîşan dide ku kurd çawa bi êrişên nîjadperest rû bi rû tên hiştin. Îktidar îtiraf dike nikare serî bi qeyrana ekolojîk a cîhanê derxe. Lê belê îktidar qebûl nake ku bi salan e her tiştê vî welatî ji rant û îktidara xwe re radizîne. Dewlet kêrnehatina xwe ya ji bo vemirandina daristanan qebûl nake û wekî berpirsê vê yekê jî kurd û HDP'ê nîşan dide. Bi vê yekê bingeha êrişên nîjadperest ava dike. Îktidar dixwaze sûcê xwe binpaç bike."
 
252 ROJ IN GREV DIDOME 
 
Di encama polîtîkayên şer de li hemberî Birêz Ocalan li Îmraliyê tecrîdete mezin tê meşandin. Li dijî tecrîdê li girtîgehan 252 roj in çalakiya greva birçîbûne tê meşandin. Gava ku tecrîd hat girankirin vê demê qeyrana aborî, siyasî û civakî dest pê kir. Israra domandina tecrîdê tê wateya asta mezinkirina şîdetê. 
 
GELO ÇIQAS DELÎL HEWCE NE? 
 
Cenazeya Azra Gulendam Haytaoglu li daristanê hat dîtin. Kujer jî Mustafa Murat Ayhan e. Azra bi tecawizê re rûbirû ma û piştre bi hovane hat qetilkirin. Di heman rojê de li Mereşê jî cenazeya Emîne Gokkiz li daristanê hat dîtin. Çend roj in jî tu agahî Sila Yilmaz a ku 18 salî li navçeya Kepeza Antalyayê dijî agahî nayê girtin. Her wiha îro me bihist ku Umûtcan Ûygûn e ku ji mirina Aleyna Çakir bi guman e li mala wî cenazeya Esra Hankulu hat dîtin. Ji bo girtina wî gelo çiqas delîl hewce ye? Dozger û dadger derbarê vê mijarê de çi difikirin? Ji bo girtina wî kesî divê çend jinên din bên qetilkirin? Ev kes ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kujertiya xwe didomîne. Divê Umîtcan Ûygûn bê girtin û dozger û dargerên ku wî kesî serbest berdane jî divê derbarê wan de lêpirsîn bên vekirin. 
 
EM Ê HÊZA XWE BIKIN
 
Wekî Pinar Gultekîn, Ozgecan Aslan, Fatma Altinmaka, Şule Çet... Jiber ku jinbûn hatin qetilkirin. Daraza îqtîdarê ya mêr jî pesnê kujeran dike û di cezayên kujeran kêm dike. Îqtîdar bi daraz û medyaya xwe polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinê didomîne. Berdêla polîtikayên dijminatiya jinê bi canê xwe didin. Em naxwazin di rûpelên sêyem ên nûçeyan de jinên 'hatine tecawizkirin, hatine qetilkirin û jinên bi rêbazên hovane hatine qetilkirin û termê wan li qadên darastinan tê dîtin' bibînin. Em êdî li hemberî tifaqa mêr piştevaniya xwe mezin dikin û em ê li dijî polîtîkayên cudakarî, mirin û nefretê dengê xwe bilin bikin û bêjin bes e. Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê em ê hêza xwe bikin yek. 
 
Di 30 û 31'ê tîrmehê de li Beyrûtê 2'yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi navê "Bi yekitiya jinê em ê şoreşa Demokratîk pêk bînin" li dar xist. Me li  vir dît ku hemû pirsgirêkên me yek in. Heke pirsgirêkên me yekbin divê têkoşîna me jî yek be. Li Beyrûdê biryara avakirina 'Tifaqa Jinên Demokratîk' hat dayîn. 
 
WÊ GEL LI HDP'Ê XWEDÎ DERKEVE 
 
Îdiayeke HDP'ê ya ji bo jiyaneke nû heye û gotinekî me jî heye. Êrişên li hemberî HDP’ê û tehdîtên girtinê yên HDP'ê ne tenê ji bo me ye ji bo welatiyên li vî welatê ye. Divê gel li dijî hedef nîşandanê li cem HDP'ê cih bigirin. 
 
Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê bi navê 'Ji bo jinan edalet' kampanyayek dabû destpêkirin û di merheleya duyem de bernameya li dijî xizaniya jinê xebat hatin kirin. Em her roj li qadan bûn. Partiya me jî bi dirûşma 'Em HDP'eyîne û li her derê ne' li gelek deveran hevdîtinan pêk tîne. Di hevdîtinan de gel xwedî li partiya xwe derdikeve. 
 
DEM DEMA JINÊ YE
 
Jin dê destûrê nedin ku HDP'ê bê girtin. Li dijî qetilkirina jinê divê xwedî li HDP'ê bê derketin. Xwedîderketina li HDP’ê tê wateya xwedîderketina li jiyana azad û wekhev. Wekî Sebahat Tuncel gotî em dev jî xwedîderketina HDP'ê bernadin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê em ê têbikoşin. Li dijî mirinan em ê her tim parastina jiyanê bikin. Em ê li dijî bindestiyê her tim azadiyê biparêzin. Divê bê zanîn ku dem dema jinê ye. Dem dema azadiya jinê ye."
 
 
 

Sernavên din

07/08/2021
09:30 Ozturk ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
09:14 Greva birçîbûnê di roja 254'emîn de dewam dike
09:14 Zarokê ku bi 'fîşekên ji aliyê din tên' birîndar bû, ji bo bijî li ber xwe dide
09:13 Bijîşk: Divê polîtîkaya aşiyê bê guherandin
09:13 Demîr: Tundî wê bi guherandina zimanê nêr kêm bibe
09:12 Dayikên girtiyan: Bila kes çav û guhên xwe negire
09:11 251 serlêdanên bêbersiv: Dê xeta Ocalan Tirkiyeyê xelas bike
09:10 Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2021'AN
06/08/2021
19:54 Bi hezaran kes bi meşeke girseyî tecrîdê şermezar kir
17:01 Polîsan li Qoserê wesayîteke sivîl gulebaran kir
16:49 HDP'iyan li Xinûsê meşeke girseyî li dar xistin
16:41 Bavê Sara Kaya jiyana xwe ji dest da
16:41 Li Colemêrgê hevdîtina girseyî ya bi gel re: Bijî berxwedana zindanan
16:21 Kesên li Hezexê hatin binçavkirin hatin berdan
15:42 Kaplan: Kesê ku divê îstifa bike Erdogan e
15:37 4 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Xebatkara tûtinê ji jinên HDP'î re got: Em bi we bawer in
15:16 Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li hev civiyan
14:45 Li Antalyayê şewata daristanan didome
14:32 Bavê Kişanak jiyana xwe ji des da
14:31 Ji malbat, vasî û parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:14 Hunermendên kurd têkildarî rewşa Xelîl Xemgîn daxuyanî dan
13:54 Agahî ji siyasetmedarên ku li Hewlerê hatibûn desteserkirin nayê girtin
13:40 TMMOB’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:37 Ji bombardimanê 'şîrketên petrolê' derketin holê
10:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
10:49 3 kesên komkujiya nijadperest şermezar kirin hatin girtin
10:45 Xebatên DEDAŞ'ê zirarê dide malên welatiyan
10:33 Li Rojava fûara 5'emîn bi dawî bû
10:15 Girtî li dijî binpêkirinên mafan di çalakiyê de ne
09:07 Çemê Bazamîr jî ziwa bû
09:07 Greva birçîbûnê di roja 253'yemîn de dewam dike
09:07 Li Girtîgeha Dîlokê, av qut kirine, şekir û xwê nadin girtiyan
09:07 Ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da
09:07 Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye
09:07 Gundê ku kana keviran lê tê şixulandin: Em di dojehê de dijîn
09:07 Dayika Saritaşê ku hat îşkencekirin: Qîrîna kurê min dihat min
09:07 Li Amedê hejmara pêketiyan bû 2 hezar: Rewş qet nebaş e
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2021'Ê
08:55 Li Manîsayê qezaya trafîkê: 9 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn
08:49 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçûk îstifa kir
05/08/2021
19:59 Cenazeyê Mahsûn Aslan jî bi kargoyê şandin
19:48 24 hezar û 297 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:25 Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn
17:06 Kujer Mehmet Altûn: Ji bo şop nemînin min careke din gule li wan reşand
16:37 Raporên otopsiyê yên ferdên malbata Dedeogûllari: 21 gule hatine reşandin, 6 kes ji serê xwe ve hedef hatine girtin
16:37 Parêzera Demîr a sîxurtî lê hat ferzkirin: Rêbazên çetewarî ne
15:35 TTB: Em ji bo jiyan û jiyandinê derzî dibin
15:27 Meclisa Jinan a HDP'ê: Desthilat agirê civakî geş dike
15:09 10 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:03 Li Çûkûrovayê bertek nîşanî êrişên nijadperest dan
15:02 Platforma Li Dijî Dagîrkeriyê banga seferberiyê li gelê kurd kir
13:38 Li Berwarî û Tilo agir bi daristanan ket
13:18 Şewata li Çiyayê Cûdî derket bixwe vemirî
13:14 Li dijî Şeladiz û Behdînanê êrişên hewayî Pêk hatin
13:08 Li Wanê penaberekî mirî hat dîtin
13:04 Umîtcan Ûygûn ji mirina biguman a jinekê hat binçavkirin
12:14 Parêzerê Malbata Şenyaşar: Dosyayê vekin, faîlan bigirin
11:59 Girtî li dijî lêgerîna nava dev di çalakiyê de ne
11:54 Li herêma operasyonê teqîn
11:40 Li Aydinê koma nîjadperest ku rê girt 3 kesan lînç kir
11:22 Li Cizîrê 2 bijîjk rojê li 250 nexweşî dinêrin!
11:16 Mexdûrên lehiyê bertek nîşanî hikumetê dan: Konek tenê jî nedan
10:30 Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt
10:23 Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin
09:31 Li Omeriya qedexeya derketina kolan hat îlankirin
09:04 Greva birçîbûnê di roja 252'yemîn de dewam dike
09:04 Qeyûm ji bo Fermandariya Hidûdê avahiyê çêdike
09:04 Li Elkê amûra kişandina giya: Parxel
09:04 Mûsa Çîtîl gilî kir, derbarê rojnamevan Kanbal de îdianame hat amadekirin
09:04 Li Antalyayê komên biçek rê dibirin
09:03 Hevserokê ÎHD'ê: Di hemû krîzan de kurd dibin hedef
09:03 150 roj in li edaletê digerin!
09:02 ‘Niyeteke dewletê ku pêşî li ber şewatan û êrîşên nîjadperest bigire tune ye'
09:02 Çoçellî bi xetereyeke ekolojîk re rû bi rû ye
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2021'Ê
04/08/2021
23:55 Li Çorûmê bi kêran êrîş birin ser karkerên demsalî yên ji Rihayê
21:02 Kujerê komkujiyê piştî 6 rojan hat zevtkirin
18:38 Li Bazîdê meş: Muxatab Ocalan, navnîşa Îmralî ye
17:10 Ji KCK'ê daxuyaniya şewata daristanan
16:56 Êrîşên ser rojnamevanan hatin şermezarkirin
16:56 Serdanên şîna malbata Dedeogûllari didomin
16:49 Li Dortyolê jÎ şewata daristanê derket
16:19 HDK bi pêkhateyên kongreyê yên nûnerên jin re hat gelhev
16:17 Parêzerê malbata Dedeogûllari: Komkujî li ser koma WhatsAppê hatiye plankirin
16:03 Temellî: Bi diwarên sînor tê xwestin ku herêm ji mirovan bên xalîkirin
16:03 OHD’ê rapora girtîgehên Marmarayê parve kir: Bila tecrîd bê rakirin, bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:10 Li Amedê 3 gundan kirin qarantînayê
14:49 Haytaoglû ya hatibû qetilkirin hat definkirin
14:41 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
14:34 Li çiyayê Cudî şewat derket
14:29 Xizmên girtiyan: Tecrîdê demildest rakin
13:22 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
13:20 Emîne Şenyaşar tevlî nobetê nebû: Dayika min êdî vê zilmê ranake
12:25 Rapora meha tîrmehê: Tundî li 15 rojnamegeran hat kirin
12:11 300 penaberên di TIR’ê de hatin girtin dê werin dersînorkirin
12:10 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:28 Li Eyn Îsayê 3 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin
11:24 Di otobusê de êrişa zayendî: Mewin hat girtin