* Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, anî ziman ku di warê şewba Covîd-19'ê de rewşa Amedê nebaş e û unîteyên beşa awarte yên nexweşxaneyan bi temamî tije bûne.
* Diyan Sartitaş, dayika Davût Saritaş ku li mezrika Mûşan a Geverê eskeran li wî xistibû û wî tazî kiribûn û bi vî awayî biribûn herêma operasyonê, got: "Qîrîna kurê min dihat min."
* Mûstafa Canci, anî ziman ku kana keviran ku 20 sal in li gundê Şivon ê Bazarcixê dixebite, çandinî û sewalvanî nehiştiye û got: "20 sal in em di vê dojehê de ne."
* Berîvanên çûne zozanên Çiyayê Katoyê, diyar kirin ku ji ber hişkesaliyê îsal şîr jî nîvî nîvî kêm bûye.
* Sevînç Selçûk ku di Girtîgeha Tîpa L a Dîlok de di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku du hefte ye ava wan hatiye qutkirin, şekir, xwê û lîmonê nadin wan.
* Cebraîl Ancar ê di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn dimîne, ji ber lêdana gardiyan serî li DMME'yê da.
* Çemê Bazamîr ê ku ji Çiyayê Cudî diherike Çemê Dîcle, pişt re ber bi Ava Mezin ve diçe îsal ji ber hişkesaliyê ziwa bû.
* Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 151'emîn de dewam bike.
* Koma Kampanya Pêkanîna Peymana Stenbolê, wê têkildarî qetilkirina Azra Gulendam Haytaoglû, li Rixtima Kadikoyê kom bibe. (19.00)