BALIKESÎR - Di qezaya ku otobûsa rêwiyan qulipî de, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.
Li Balikesîr, li ser rêya Edremîtê, otobûsa rêwiyan qeza kir. Di encama qulipîna otobûsê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan, rakirin morgê. Ambûlansên hatin cihê bûyerê, birîndar sewqî nexweşxaneyên bajêr kirin.