AMED - Li navçeya Rezanê, di şerê çekdarî de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li nêzî Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê, di navbera du kesên ku sewalan difiroşin de nîqaş derket. Piştî niqaş veguherî şerê biçek û di şer de Veysî Kaya û jina bi navê Y.T. a 68 salî giran birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Kaya li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ligel hemû mudaxaleyan jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Dermankirina Y.T. jî li nexweşxaneyê didome.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.