* Derket holê ku têkildarî fatûre û cezayên giran ên DEDAŞ'ê ku tê gotin cotkar hatine xepandin, doz hat vekirin.
* Santrala Termîkê ya A ya Afşîn-Elbîstan bê fîltre û Santrala Termîkê ya B jî bi fîltreyeke ne têkûz dişixule. Ji Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê ya Afşîn elbîstanê Îbrahîm Yalçin, destnîşan kir ku xweza tê qetilkirin.
* Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Elîf Torûn Oneren, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya fikr û ramanê jî di nav de hemû azadiyên gelên Tirkiyeyê ji holê rakirine.
* Şêniyên gundê Xencolîsê yê navçeya Elkê ku lehiya rabû bandorek mezin li wan kir, anîn ziman ku ji ber tengbûna pir û cihokan, xaniyên wan texrîb bûne.
* Dorpêça PDK'ê ya li ser Mexmûrê, 3 sal in didome. Endamê Komiteya Dacîplomasiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Saît Çomlek anî ziman ku ew bi xetereyên mezin re rû bi rû ne û got: "Dive NY û hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bînin."
* Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 156'an de didome.
* Şaredariya Dersimê, ji bo balê bikişîne ser qirêjiya hawirdorê wê daxuyanî bide. (11.00)
* Wê HDP, li navçeyê Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê û Edîrne û Kirklareliyê civînên gel li dar bixe. (11.00-19.00)
* Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Sosyal Demokrat û Parlamenterê Meclisa Federal a Almanyayê Nils Schmid, wê serdana Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bike. (12.00)