* Endamê Koma Xebatê ya Pandemiyê ya TTB'ê Guçlu Yaman, anî ziman ku ji 10 bajarên ku hejmara pêketiyên Covîd-19'ê pir lê zêde bûne 9 jê bajarên herêmê ne û got: "Her ku hejmara kesên aşî bûne zêde bibin, dê pêketin kêm bibe, hejmara kesên li nexweşxaneyê radizên, hejmara kesên li beşên awarte û hejmara kesên dimirin kêm bibe."
* Fahrettîn Tûncel, bavê Sebahat Tûncel, ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê ji bo hesasbûnê bang li her kesî kir û anî ziman ku heger muxalefeta li kuçeyan zêde nebe, dê binpêkirin zêde bibin.
* Şêniyên Taxa Osmanli ya navçeya Çardêran ku xanî û eşyayên wan ketin ber lehiyê, diyar kirin ku ji xeynî zexîre tu alîkariya wan nehatiye kirin. Welatiyan xwest berî zivistanê xaniyên wan bên çêkirin.
* Metîn Kizmaz ê 18 salî ku polîsan 3 caran ew bi awayekî nefermî girtine û bi gefxwarinê sîxurtî lê ferz kirine, ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê da û giliyê polîsan kir.
* Welatiyê bi navê Ahmet Guden ku piştî 36 salan cardin vegeriya Mereşê, ji bo jiyaneke ekolojîk tevî gundiyan 'Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê' da destpêkirin.
* Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku pasîfbûna di darazê de qirkirina cinsî gur dike û mêrê ku tahdeyê dike hêzê ji darazê digire.
* Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag, ji bo cenazeyên HPG'iyan ku bi kargoyan tên şandin, anî ziman ku berdewamiya polîtîkaya dijminatiyê ye û got: "Divê her kes li ber van pêkanînên hovane rabe."
* Parêzer Hasîp Kaplan, biryara DMME'yê ya derbarê Ocalan de ku 7 sal in pêk nayê weke "qorîdora mirinê" bi nav kir û got ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zextê li Tirkiyeyê bike.
* Kesên riya wan dikeve Edliyeya Rihayê, diyar kirin ku malbata Şenyaşar ji bo herkesê têkoşîna edaletê dide û wiha gotin: “Heke malbata Şenyaşar qezenç bike, wê her kesê ku daxwaza wan a edaletê heye qezenç bike.”
* Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 157’an de didome.
* Wê bi beşdariya hevserokên KCD û DBP'ê Berdan Ozturk û Salîha Aydenîz bi şîara "Em xwe li dijî faşîzmê birêxistin dikin" li Geverê hevdîtina gel bê lidarxistin. (12.00-13.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li navenda giştî ya patiya xwe civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)
* Wê Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li Karşıyakayê bi KHK'iyan re bê gelhev. (14.00-17.00)
* Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP'ê w3e li Eywana Meclisa Şaredariya Çîgliyê bi ser navê "Di olê de maf û edalet" panelek li dar bixe. (18.00)
* Li Rihayê rêxistinên sivîl ji bo balê bikişînin ser derzîkirinê wê ji Parqa Alî Şellî heta ber Navenda Kar a Bahçîvan meş li dar bixin. (18.00)