ŞIRNEX- Li navçeya Cizîrê şerê rê nedana wesayitan derket û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li ser kolana Dortyolê ji ber rênedanê di navbera welatiyan de şer derket. Hat îddîakirin ku dema wesayîtan rê nedaye hev şer derketiye û gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Di encama şer de 2 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin destê wan di pişt de hatin kelemçekirin û bi erdê ve hatin kaşkirin.