NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de ji ber Covîd-19'ê 138 kes mirin û 22 hezar û 261 kes jî pê ketin.
Li gor daneyên rojane yên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 138 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 22 hezar û 261 kesên din jî pê ketin. Di 24 saetên dawî de 281 hezar û 535 test hatine kirin.
Li gor daneyan hejmara kesên baş bûne jî 15 hezar û 685 ye.