ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Sîlopîyê, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin û bi giştî 8 kes binçav kirin.
Li navçeyên Cizîr û Sîlopî yên Şirnexê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Li Cizîrê, polîsên ku bi ser taxên Cûdî û Konakê de girtin, 6 kes binçav kirin.
Li aliyê din, li navçeya Sîlopiyê jî, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 2 kes binçav kirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Emniyeta Midûryetên navçeyan. Hat ragihandin ku dibe ku hejmara binçavkirina zêde bibe.