'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'

  • rojane
  • 09:02 16 Tebax 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Ji 3 jinên endamên RJAK’ê ku roja Salvegera Komkujiya Şengalê dema ku vegeriyabûn Hewlerê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatibûn desteserkirin, 13 roj in agahî nayê girtin. Jinên Botanê bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan û ev tişt gotin:”Bi binçavkirina her sê jinan têkoşîna jinên kurd hat hedefgirtin.”

Şandeyeke Rêxistina Jinên Azad (RJAK), ji bo beşdarbûna Salvegera Komkujiya Şengalê ku DAIŞ'ê di 3'ê Tebaza 2014'an de li dijî êzidiyan pêk anîbû, çêbû Şengalê. Dema vegerê Asayîşa PDK'ê Meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Abdulbaqî û Seyran Ehmed desteser kiribûn. 13 roj in agahî ji her sê jinên siyasetmedar nayê girtin û heta bi tu awayî derbarê desteserkirina wan de daxuyaniyeke fermî behatiye dayîn. Jinên Botanê, bertek nîşanî vê helwesta PDK’ê dan û gotin ku divê aqûbeta her sê jinan ji raya giştî re bê parvekirin û her sê jin demildest bên berdan. 
 
‘TÊKOŞÎNA JINA KURD HAT HEDEF GIRTIN’ 
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, diyar kir ku PDK bi vê helwestê dijminahiya xwe ya li hemberî jinan raxistiye berçavan û wiha axivî:" Bi salan e li Tirkiyeyê jin bi tundiyê re rû bi rû ne û heta niha jî bi hezaran jin ji hêla hevjînên xwe ve hatine qetilkirin. Faîlên van jî bi tu awayî nayên dîtin. Dema ku em li başûrê Kurdistanê dinêrin jin li wir jî bi heman tiştî re rû bi rû ne. Hikûmeta PDK'ê jî li ser xeta AKP û MHP'ê tevdigere. Dijminahiya AKP'ê ya li hemberî jinan çi be li Başûr jî ew tê dîtin. Hikûmeta PDK'ê jî vîna jinê qebûl nake. Ji ber vê jî ew her sê hevalên me yên jin binçav kirine. Di rojeke wiha girîng de binçavkirina van her sê jinan bêgûman ne ji rêzê ye. Bi binçavkirina van her sê hevalên me têkoşîna jinan hatiye hedefgirtin. Ev 13 roj in em bi tu awayî agahî nastînin û ji ber vê jî gumanên me hene. Em vê nêzikatiya PDK'ê şermezar dikin û bang li hikûmetê dikin ku demildest aqûbeta her sê jinan ji raya giştî re parve bikin." 
 
‘DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu jî bal kişand li ser binçavkirina her sê jinên siyasetmender û got ku helwesta ku pêşiya têkoşîna jinên azad digire nayê qebûl kirin û ev tişt anîn ziman" Bi van pêkanînan dixwazin dengê jinan qut bikin. Dibe ku em li welatên cuda bin, lê em bi heman hişmendiyê re rû bi rû ne û em heman tiştî dijîn. Lê li dijî vê hişmendiyê divê em rêxistinbûyina xwe bi hêz bikin û li hemberî van polîtîkayan bisekinin. Jinên ku dixwestin ew jinên ku bi destê DAÎŞ'ê hatine revandin bibîr bînin, hatine binçavkirin. Ev jî wê nîşanî me dide ku PDK bi hişmendiya AKP'ê tevdigere. Em weke tevgera jin Başûr ji nêz ve dişopînin û mixabin li wir jî polîtîkayên li dijî jinan bi heman awayî tên meşandin. Lê tundî û kuştina li dijî jinê li kîjan welatî hebe, em weke tevgera jin wê li wir li gel wan jinan cih bigirin û bi çalakiyên cûr bi cûr ji dengê wan re bibin deng. Ji ber ku jin bi kîjan nasnamê, nîjad û welatî be qêrîn heman e. Ji ber vê jî em binçavkirina van her sê hevalên jin qebûl nakin. Banga me li PDK'ê ku demildest van hevalên me berdin. Em vê helwestê şermezar dikin." 
 
'PDK ÇIMA WEKE AKP’Ê TEVDIGERE?'
 
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît jî têkildarî binçavkirina her sê jinên kurd got ku binçavkirina sê jinan rûreşî ye û wiha axivî: "Ev her sê jin ji bo bîranîna qirkirina êzidiyan li wir bûn. Di vegerê de ev her sê jin bi awayeke nehiqûqî hatin binçavkirin. Ev 13 roj in aqûbeta van her sê hevalan nayê zanîn. PDK bi vê binçavkirinê dixwaze peyameke çawa bide jinên kurd ên têkoşer? PDK partiyeke kurd e çima weke AKP tevdigere? PDK bila ji vê helwesta xwe vegere û dawî li van polîtîkayên xwe bîne. PDK vîna kurd temsîl dike û bila li gorî daxwazên gelê kurd bi awayekî demokratîk tevbigere. Em dixwazin aqûbeta her sê hevalên jin bizanibin û banga me li PDK'ê ku demildest raya giştî agahdar bike." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

17/08/2021
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin