Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da

  • rojane
  • 09:18 16 Tebax 2021
  • |
img
STENBOL - Di 2’yemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur de, bandora Şoreşa Jinê ya Rojava derket pêş. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah, diyar kir ku şoreşa jinê îlhamê dide Rojhilata Navîn û got: “Ev dîroka me ye.”
 
Rojhilata Navîn bûye navenda gelek pirsgirêkên wekî şer, dagirkirin, faşîzm, krîza aborî, pevçûna mezhebî, koçberî û nearamiyê. Di encama van hemû pirsgirêk û krîzande, herî zê de jin bi bandor dibin. Ligel van krîzan jî, tundî, tacîz, tecawîz û bêmafiyên li dijî jinan bi awayekê pergalî dewam dikin. Êdî rewş wisan bûye, qetilkirinên jinan gehiştiya asta “qirkirina jinê.” Ligel van hemûyan, jin li dijî hegemoniya emperyalîst, olperest-neteweperest û zayendperest ên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin.
 
Li Rojhilata Navîn, ku çalakiyên girseyî û radîkal ên jinan zêde dibin, jinan di navbera 30 û 31’ê Tîrmehê de, li paytexa Lubanên Beyrûtê 2’yemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur li dar xistin. Konferans bi şîara “Em ê Yekitiya Jinan û Şoreşa Demokratîk Ava Bikin” pêk hat. Ji 18 welatên cuda 100 jin û 30 jin jî li ser zoomê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de gelek biryarên girîng hatin girtin.
 
Yek ji van biryaran avakirina komîteyek jinan a herêmî, bi nûnerên asta neteweyî, di heyama şeş mehan de bû, da ku vîzyon, armanc û stratejiya xebatê diyar bike û nexşerêyê pêş bixe.
 
Dîsa biryar hat girtin ku damezrandina tifaqa jinan a herêmî li ser asta Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, pejirandina nêrînek stratejîk a berfireh a jinan, armanc girtina avakirina civakek li ser bingeha referansa gerdûnî ya mafên mirovan û li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê bû.
 
Yek ji biryarên herî girîng ên di konferansê de hatin girtin, biryara avakirina "Tifaqa Jinên Demokratîk" bû. Di konferansê de derbarê avakrina çawaniya “Tifaqa Jinê” û rêya ber bi “Şoreşa Jinê ya Demokratîk” ve diçe hatin nîqaşkirin.
 
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah ku weke delegasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, bersiva pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) dan.
 
Piştî 8 salan, 2’yemîn "Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur" hat lidarxistin ku navê Bakurê Afrîkayê lê hat zêdekirin. Girîngiya konferansê ji bo we çi ye?
 
Li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene. Krîzên aborî, siyasî û pergalê, bandoreke min li jinan dikin. Di konferansê de, me derbarê komkujiyên li dijî jinan, çareserkirna pirsgirêkên jinan, bandorên krîzên heyî yên li ser jinan û çawaniya têkoşîna jinan a li dijî van de nîqaş kirin. Li herêmê şerek giran heye. Hem ji aliyê DAIŞ’ê ve û hem jî ji aliyê dewletên herêmê ve komkujiyên hatine kirin hene û ji ber vê yekê koçberiyek mezin heye. Ji ber vê konferansek girîng û stratejîk bû ku jinên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur van hemû mijaran nîqaş bikin. Ji ber bêderfetiyan hemû saziyên jinan nekarin beşdar bibin. Lê em dikarin bêjin ku tevlîbûna çêbûjî pir girîng bû. Di warê têkoşîna azadiya jinê de, em vê konferansê weke pêngavek stratejîk dibînin. Xwe ji bo pêşerojê amade kirin, nîqaşa ka em ê çi bikin kirin, têkoşîna hevpar em ê çawan bi rêve bibin, em ê çawan li dijî krîz û komkujiyan li ber xwe bidin mijarên sereke yên konferansê bûn.”
 
We di konferansê de beşdariyek çawan kir? 
 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî wê pergalê ye ku hemû beşên cihê dikarin nasnameyên xwe tê de biparêzin û hêzên xwe yên rêxistinbûyî ava bikin. Li wir ji aliyê jinan ve xebatên girîng têne kirin. Tecrubeya rêveberiya xweser ji bo çareserkirina hemî qeyran û pirsgirêkên li herêmê, serkeftinek bi mînake. 
 
Me di konferansê de, tecrûbeyên xwe yên Şoreşa Rojava parve kirin. Dema ku em vana şîrove dikin, gava aloziya Sûriyê dest pê kir, tecrûbeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk ketin, tecrûbeyên jinan bûn. Berxwedana Yekîtiyên Parastina Jinê (YPJ) jî, berxwedana hemû jinane. Pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, ji bo çareseriya pirsgirêkan, mînakek baş derxist holê. Di bingeha hemû pirsgirêkan de, hişmendiya zilamê serdest û desthilatdarî heye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî wê pergalê ye ku hemû beşên cihê dikarin nasnameyên xwe tê de biparêzin û hêzên xwe yên rêxistinbûyî ava bikin. Li wir ji aliyê jinan ve xebatên girîng têne kirin. Tecrubeya rêveberiya xweser ji bo çareserkirina hemî qeyran û pirsgirêkên li herêmê, serkeftinek bi mînake. Di nava vê pergalê de, jin bi awayekê bi hêz cih digirin. Şoreşa me ya Rojava hem di warê têkoşîna azadiya jinê û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêma me tên jiyîn, zanîn û kûrahiyek mezin pêşkêş dike. Lê hîna jî hêzên paşverû hene ku dixwazin rêveberiya xweser hilweşînin. Ji ber vê em dixwazin tecrûbeyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû jinên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur re parve bikin. Bi vî awayî em dixwazin piştgiriyê bidin wan jî, da ku bi hêztir bibin. Di konferansê de, derbarê van hemû destkeftiyan de nirxandin hatin kirin û nîqaş hatin meşandin. Beşên cihêreng jî, diyar kirin ku ew dixwazin bêtir nîqaş bikin, bêtir têkiliyan deynin û ji ezmûnên me sûd werbigirin.
 
 Ê başe, nûnertiya jinan a di qada siyasî ya li Rojava de çawa ye, hûn dikarin vebêjin?
 
Di pergala rêveberiya xweser de, hevserokatî heye. Hemû biryar bi hev re tên girtin. Vîn û rayeya jin û zilam wek heve. Gelek rêxistinên jinan, di nava partiyên siyasî de cih digirin. Xwe di nava partiyan de birêxistin dikin. Di warê partiyên siyasî de, asteke rêxistinbûyînê heye. Xebatên ji bo beşdarbûn û bandoreke zêde û di partiyan de rola pêşeng lîstinê didome. Meclîsên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Di van Meclîsan de, 57 rêxistinên jinan hene. Di navê de, hem partiyên siyasî û hem jî rêxistinên civaka sîvîl hene. Di warê takekesî de jî, beşdariyek heye. Em di Kongra-Star û di Meclîsê de jî cih digirin. Yek ji peywirên Meclîsê zêdekirina tevlibûna siyasî ya jinan li tevahiya Sûriyeyê, çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê, garantîkirina destkeftiyên jinan, misogerkirina qanûnên jinan, pêşeroja Sûriyeyê û beşdariya jinan di biryar û çareseriyên siyasî de ye. Di vê çarçoveyê de komisyon hene. Komîsyonek bi taybetî ji bo Rojava dixebitî û piştre ji bo belavkirina wê li tevahiya Sûriyeyê dixebite. Hewldana me ewe ku em vê xebatê mezin bikin. Rêxistinbûyînên xweser ên jinan hene. Jin xwedî rêxistinên xweser in. Ji ber vê, şoreşa jinê weke zîhniyet guhertin û veguhertinan diafirîne. Jin xebatên wekî karên resen, xwedî vîn, çareserkirina pirsgirêkên jinan û pêşengiya têkoşîna pergala demokratîk-alternatîf dimeşînin. Li aliyê din, li vir hêzên xweparastinê yên jinan jî hene.
 
We çawa xweparastin pêş xist? Hûn di kîjan çarçoveyê de digirin dest û ev di konferansê de hat nîqaşkirin?
 
 
 Komkujiya jinan, tundî û hwd. xweparastin ji bo pêşîlêgirtina van, parastina jinan û anîna astek ku jin karibin xwe biparêzin mijara herî girîng e. Li ku derê dibe bila bibe jin bêparastine û bêperwerde ne. Ji bo vê em wateyek mezin didin parastinê.
 
Mijarek girîng a balkêş di tevahiya konferansê de hebû. Di rewşa heyî yên krîzan de komkujiyên li dijî jinan e. Li ku derê şerek hebe, li wê derê jin tên qetilkirin. Koçberiya herî mezin li ser jin û zarokan pêk tê. Jin û zarok jî, berdêla krîza aborî ya li herêmê tê jiyîn didin. Komkujiya jinan, tundî û hwd. xweparastin ji bo pêşîlêgirtina van, parastina jinan û anîna astek ku jin karibin xwe biparêzin mijara herî girîng e. Li ku derê dibe bila bibe jin bêparastine û bêperwerde ne. Ji bo vê em wateyek mezin didin parastinê. Weke ku tê zanîn berxwedanek mezin heye, lê komkujiyek mezin jî heye. Mînak li Şengalê komkujiyeke mezin a jinan hat jiyîn. Dîsa li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binêrin, dewleta Tirk û çeteyên wê êriş û komkujiyên giran li dijî jinan pêk tînin. Li welatên cuda, mînakên cuda yên bi vî awayî hene. Ji ber vê, em ji rêxistinbûna hemû jinan berpirsiyar in. Li ser zanista jinê, ango Jineolojiyê nirxandin hatin kirin. Bi rêxistinbûna jinan re, em dikarin xwe bispêrin dîrok, çand û nasnameya jinan. Yanî em dikarin xwe li dijî êrişan, bihêztir biparêzin.
 
Gelo jin jî, beşdarî pêvajoya avakirina destûra bingehîn a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin?
 
Xebatên ji nû ve nivîsandina peymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirin. Komîsyonek berfireh hat avakirin. Ev komisyona ji 150 endaman pêk tê. 75 jin di nava vê komîsyonê de cih digirin. Li gorî min, li gorî mînakên cîhanê ev rewşek pir başe. Ev serkeftineke. Hem di warê wekheviyê de, hem jî di warê nûnertiya jinê de mînakek şênbere. Li aliyê din komîsyonek ji 30 kesan pêk tê heye. Di vê komîsyonê de 15 jin û 15 zilam cih digirin. Ev jin jî nûnertiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.  Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku peymana civakî bi serfirazî dê were nivîsandin. Perspektîfa jinan, pêşeroja jinan û mafên jinan dê bibin beşek girîng a peymana civakî.
 
Jinên beşdarî konferansê bûn, gelo çawan li Şoreşa Jinê ya Rojava û modela li Rojava ava bûye, mêze dikin?  
 
Ez dikarim bêjim ku nêrînek erênî heye. Gelek rêxistin eleqeyek mezin nîşan didin û pêşketinên li Rojava dişopînin. Lê me di warê têkilî pêşxistinê de kêmasî dît. Kêmasiyeke ku her du alî dijîn heye. Em di pêşvebirina şoreş û afirandina toreke pêwendîdar de jî, kêm man. Mînak, yekem care ku li Rojhilata Navîn hêza parastina jinê heye. Divê hemû rêxistinên jinan, vê aydê xwe bibînin. Bi sedan jin canê xwe feda kirin. Divê ev li ber çavan bê girtin. Di nîqaşan de, daxwaza ji bo pêşxistina diyalogê, balkêş bû. Ji bo yekîtiya fîzîkî, divê diyalog berfireh bibe.
 
 Tevlîbûna jinan a konferansê çawan bû? 
 
 
Di encamê de li Kurdistanê şereke dûr û dirêj heye. Bandora vê li ser jinan, têkoşîna jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê mijara gotinê ye. Tecrubeyên jinên Kurd a rêxistinbûyîna li ser bingeha felsefe û paradîgmayê, birêxistinkirina civakê, bi nasname, vîn, xwerêveberî, biryarbûn û vîna xwe, gelekî girîng e. Li Kurdistanê tecrubeyek wiha dewlemend heye.
 
Tevlîbûnek girîng a jinên Kurd jî hebû. Jinên Kurd xwedî tecrubeyên bi salan e. Gelek rêxistinên cihêreng jî, ezmûnên wan ên bi salane hene. Lê belê, ezmûna têkoşîna jinên Kurd xwedî taybetmendiyên cuda ne. Em hem têkoşîna azadiya neteweyî û hem jî têkoşîna azadiya jinê bi rêve dibin. Ji ber vê barê têkoşîna jinên Kurd girantire. Jinên Kurd rastî gelek êrîş, qirkirin û girtinan tên. Di encamê de li Kurdistanê şereke dûr û dirêj heye. Bandora vê li ser jinan, têkoşîna jinên Kurd a li dijî dagirkeriyê mijara gotinê ye. Tecrubeyên jinên Kurd a rêxistinbûyîna li ser bingeha felsefe û paradîgmayê, birêxistinkirina civakê, bi nasname, vîn, xwerêveberî, biryarbûn û vîna xwe, gelekî girîng e. Li Kurdistanê tecrubeyek wiha dewlemend heye. Jinên Kurd di konferansa ku li Amedê hat lidarxistin de jî rola pêşeng lîstin. Em dixwazin tecrubeyên jinên Kurd parve bikin. Pêdiviya me xebaten hevpar ên rêxistinên cuda yên jinan heye. Pergala siyasî nahêle ku jin bi awayekê azad tevbigerin û birêxistinên cuda yên jinan re hevdîtinan bikin. Lê niha ev derfet zêdetirin. Mînak daxuyaniya Leyla Guven bandorek mezin da ava kirin. Wê helwesta jinê ya li Kurdistanê, li zîndanan û li derve vegot. Jinan di konferansê de hêviyên xwe anîn ziman. Bi rastî jî, bandora vê yekê pir mezin bû.
 
Di konferansê de, weke çareseriya jinê ya li herêmê krîza modernîteya kapîtalîst û pergala serdest a mêr, çi hatin nîqaşkirin?
 
Kapitalîzm dibin navê azadiyên takekesî de bingeha gelek tiştan vale dike. Kesayeta ku ji çand û çewherê xwe hatiye dorxistin, weke xetere hat dîtin. Dema ku li cihekê jin bêrêxistin bin, pergal li wê derê bi bandor dibe. Qutbûna jinê ji rastiya xwe ji lewaziya zêhniyetê tê. Em dizanîn ku yên ji bo dîrokê pêşengtiyê dikin, jinin. Jin hildiberînin û çandê mezin dikin. Di konferansê de ev yek hatin nîqaşkirin. Têkoşîna li dijî çanda kapîtalîst yek ji rojevên girîng ên konferansê bû.
 
 Yek ji encamên konferansê avakirina tifaqa jinan bû. Gelo armanca tifaqa jinan çiye? 
 
Ev tifaq pêşketin û destkeftiyeke. Ji ber vê hemû rêxistin û kesan di konferansê de, li ser hewcedariya rêxistina hevbeş li hev kirin. Pêwîstî bi xebateke hevpar a stratejîk heye. Hem li gorî armancên hevpar ên stratejîk têkoşîn kirin û hem jî li dijî xetereyan bisekinine. Dibe ku gelek rêxistin, li welatên xwe xebatan bi rêve bibin, lê ya girîng ew ê ku çawa van xebat û destkeftiyên wan bi giştî re parve bikine. Ji ber vê sedemê, têkilî û rêxistina ku dê were avakirin, wê derfetên mezin biafirîn in. Bi vî awayî, çi siyasî, çi qanûnî, çi aborî û çi civakî be, em ê bêtir karibin xebatên stratejîk bi rêve bibin. Ji bo vê, biryarek stratejîk e ku di nav 6 mehan de, Tifaqa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur were damezrandin.
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

17/08/2021
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
16/08/2021
20:10 Nûçegihana Jinnewsê Canozer hat berdan
18:26 Li Silopiyayê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:52 PÎA û Înîsiyatîfa Heq serdana malbata Şenyaşar kir
17:14 Jinên êzîdî bertek nîşanî eskerên Iraqê dan
16:54 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 71’ê
16:49 Rêvebera ÎHD’ê hat berdan
16:35 'Li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketin'
16:27 Di binçavan de pirsên dubare ji rojnamevan Canozer kirin
16:04 Ciwanên ku sîxurtî lê ferz kirin: Em ê paş ve gavê neavêjin
15:21 HDP'ê ji bo doza girtinê dema zêde xwest
15:03 Çîftyurek: Astengkirina li pêş navê Kurdistanê rakin
14:45 Li Edeneyê 28 kesên binçavkirî hatin berdan
14:05 Li Amedê tê payîn 58 kesên binçavkirî sewqî edliyeyê bên kirin
13:55 Li Wanê çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
13:40 Malbata Şenyaşar: Heta kujer neyên dirazandin em ê li mala xwe rûnenin
13:37 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ ya li Qoserê hat taloqkirin
13:03 Li Agiriyê malbatan şer kir: 3 mirî, 6 birîndar
13:02 Li Hezexê mirina bi guman a zarokekî
12:50 Balafirên Tirkiyê êrişî navenda Şengalê kirin
12:45 Şewata li Midyadê hat vemirandin
12:44 Li Balafirgeha Kabîlê îzdîham: Herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:43 Midurê Polîsan ê Meramê ji wezîfeyê hat girtin
12:09 Li derveyî sînor 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
11:59 Çakmak ê ku pasdarên Îranê wî qetil kirin, hat veşartin
11:52 Karkerên demsalî heqê keda xwe nastînin
11:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 70’yî
09:18 Şoreşa Jinê ya Rojava mohra xwe li konferansê da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 263'emîn de dewam dike
09:03 Rojnamevan Guleş: Cihê ku ez lê mabûm ez ê ji wir berdewam bikim
09:02 'Bi destserkrina endamên RJAK’ê têkoşîna jina kurd hat hedef girtin'
09:01 Li Mîdyadê agir bi daristanê ket
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'AN
15/08/2021
20:00 Ji ber koronayê 154 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:50 Di daweta kurê xwe de hat binçavkirin
19:09 Derbarê êrişa li dijî Mala Cemê de 2 kes hatin binçavkirin
15:33 Sûka Bedlîsê ku weke ‘avahiya bixeter' hatibû îlankirin tê valakirin
15:18 Li Bûrsayê operasyona medya sanal
15:10 Onlu: Divê em tecrîda li ser Ocalan bişikînin
13:23 Li Êlih û Mêrdînê hejmara binçavkiriyan derket 10'an
13:08 Li Amedê 63 kes 3 roj in di bin çavan de ne
12:46 Li Edenê jinek hat qetilkirin
12:05 Şewata li Setkarê bixwe vemirî
11:38 Pasdarên Îranê sînor derbas kirin û ciwanekî qetil kirin
10:42 Malbata Şenyaşar: Nebin hevparê sûc
10:14 Li Erzirom û Qersê lehî rabûn
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 262'emîn de dewam dike
09:18 Li Êlih û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên HDP'î hatin binçavkirin
09:05 Parlementerê YNK'ê Werdî: Hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tiştekî nake
09:04 Cobarê Zerganê bûye sergo
09:03 Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi
09:01 Keleş: Divê têkoşîna ji bo demokrasiyê û ekolojiyê bibe yek
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê
14/08/2021
22:15 Bûldan: Pêdivî bi Ocalan heye
20:02 Posterên Ocalan hatin vekirin: Êlih îşareta azadiyê da
19:55 Li Şemzînanê hevdîtina 'Dem dema azadiyê ye': Bêyî gelê kurd tu partî nikare bibe îqtidar
17:14 ‘Li welat karesata siyasî tê jiyîn’
16:37 ÎHD: Şahîd heye, girtin tuneye
16:25 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 44’an
16:02 Tedawiya nexweşa penceşêrê Pehlîvan tê astengkirin
15:48 Girtiya anjiyo bû, li nexweşxanê 8 rojan kelepçekirî ma
15:22 Cotkar ji DEDAŞ’ê re got: Tişta ku tê kirin şêlandin e
15:00 ÎHD'ê rapora derbarê êrişa nijadperest a li Çorûmê de eşkere kir
14:35 Li Êlihê pirsa aqûbeta Demîr kirin
14:24 Eskeran êrişî cotkaran kirin: 2 birîndar, 7 binçav kirin
14:17 Kurê Ertak ê 29 salin windaye: Em ê dev ji lêgerînê bernedin
13:22 Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin
12:58 'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
12:40 Li Elkê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
12:21 Êrişî Mala Cemê ya Alî Baba Sûltan kirin
12:20 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtin: 8 kes binçav kirin
12:13 Hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 40’an
12:01 Pirsa aqûbeta Akdenîz ê berî 27 salan hat binçavkirin, kirin
11:41 Gokçûr ê hat revandin û ‘sîxurtî’ lê hat ferzkirin gilî kir
10:36 Malbata Şenyaşar: Dest ji siyasetê berdin, xwe bêxin şûna me
10:33 Polîsan êrişî esnafan kir: Herî kêm 70 binçav kirin
10:17 Nûnerê TÎHV’ê yê Amedê: Desthilat nijadperestiyê pîroz dike
10:10 Şewata li gundê Setkarê belav dibe
09:47 Du xwişkên ku ketin Çemê Zorava xeniqîn
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 261'emîn de dewam dike
09:08 Gel ji ber xebatên çêkirina rê yên qeyûm bêzar bûye
09:07 'Em ê ji bo her darekê heya dawiyê li ber xwe bidin'
09:05 Hevserokê HDP'a Stenbolê Avci: Gel tecrîdê qebûl nake
09:03 'Berpirsiyarê êrişên li dijî penaberan îqtidar û CHP ye'
09:01 Lehiyên radibin ji ber mudaxileya mirovan a li xwezayê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2021'AN
13/08/2021
21:19 Li Girtîgeha Gîresunê 19 girtî bi Covîd-19'ê ketin
20:46 Bayindir: Rizgarî şikandina tecrîdê ye
20:19 157 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:21 Rojnamevan Guleş hat berdan
17:53 Heyeta KCD û DBP'ê li sînor e: Kurd bi sedan sal in têdikoşin
17:42 Hevserokên giştî yên DBP û HDP'ê li Çewligê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
17:22 Li Elkê agir bi daristanê ket
16:53 Li Qoserê gel vexwendin hevdîtina ‘Dema Azadiyê’
16:43 Li Girtîgeha Çûkûrovayê girtî ji hemû mafan bêpar in
15:48 3 bajar weke herêma bobelatê hatin îlankirin
15:34 Balafirên şer ên tirk sivîlek qetil kirin
15:33 Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Nêrgiz hat girtin
15:23 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ermîş hat binçavkirin