AMED - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan zêe bûne û li Girtîgeha Gîresûnê 100 girtî bi koronayê ketine.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş têkildarî binpêkirinên mafên girtiyên li Girtîgeha Afyonê û Girtîgeha Gîresûnê serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da. Beştaş destnîşan kir ku bi vîrûsa koronayê re li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û zextên li ser girtiyan jî zêde bûne. Beştaş Anî ziman ku li Girtîgeha Afyonê mafên girtiyan tên binpêkirin û girtî li vê girtîgehê bi pêkanînên dijmirovane re rûbirû ne. Beştaş destnîşan kir ku li Girtîgeha Gîresûnê jî 100 girtî bi koronayê ketine û mafê jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan hatine binpêkirin.
Beştaş ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê xwest ku derbarê van herdu girtîgehan de xebatek pêwîst bide destpêkirin.