RIHA – Li Rihayê 11 cotkarên li dijî birîna ceryanê ya DEDAŞ’ê çalakî li dar xistin, di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.
Li gundê Dibis a bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ve di 13’ê tebaxê de cotkaran, li dijî birîna ceryanê ya DEDAŞ’ê çalakî li dar xistibû û rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li çûnehatê girtibûn. Vê sibehê leşkeran bi hêceta çalakiyê bi ser mala 11 cotkaran de girtin û binçav kirin. Cotkaran birin Qereqola Cendirmeyan û dê îfadeyê wan were girtin.