Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî

  • rojane
  • 09:09 20 Tebax 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Endama EŞÎK'ê Tulîn Eraslan, diyar kir ku ji bo pêşî li ber êrişan bikin amadekariyên çalakiyan dikin û got: "Di vî warî de êdî em hew tehamûl dikin. Êdî rewş hatiye asta şikestineke civakî. Em dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne û qanûnan pêk bîne." 
 
Her diçe tahdeya li hemberî jinê zêde dibe. Jinên li ser çalakiyên nû hûr dibin, bernameyên xwe yên ji bo pêşerojê amade dikin. Endama Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) Tulîn Eraslan, êrîşên li ser jinan û sedemên êrîşan nirxand. 
 
Eraslan, anî ziman ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, tahde û êrîş zêde bûne û tu carî fesixkirina peymanê qebûl nekirine û dê nekin jî. Eraslan ku got "Biryara fesixkirinê jinan qilqilandiye, mêran jî wêrek kirie" bal kişand ser zêdebûna cinayetên jinan, mirinên biguman û xwekuştinên jinan. Eraslan got: "Her kes ji bêgavî li çareserê xwe nêrî. JIxwe bi destê Umîtcan Ûygûn kuştina Esra Hankûlûyê, xulaseyya tiştên tên serê jinan bi xwe ye." 
 
FERASETA DEWLETÊ Û BÊCEZATΠ
 
Eraslan, bilêv kir ku heya mueyyîdeyên dewletê tune bin û zimanê cihêkariyê bê bikaranîn, dê kuştina jinan bidome û got: "Feraseta ku jiyan û awayê jiyanê yê jinan dide ber lêpirsînç, qetlîaman leqagl dike. Diviyabû em li ser wekheviya jin û mêran de biaxiviyana, lê em li dijî feraseta serdemên tarî têdikoşin. Digotin dê piştî Peymana Stenbolê cinayetên jinan bi dawî bibin. Lê zêdebûna wan ev yek bi awayekî zelal nîşan da; nexwe berpirsiyar û sûcdar ne peyman e. Nexwe pirsgirêk feraseta dewletê ye ku qanûnan pêk nayne û polîtîkaya bêcezatiyê ye." 
 
‘DEWLETA ÇETE' 
 
Eraslan, bal kişand ser mirinên biguman ên vê dawiyê û got: "Cinaetên biguman û jinên winda, encama hin rêxistinên sûcî ne ku bi destê dewleta çetebûyî tên parastin. Heger pişta van kesan nexurt bûna, dê ev windakirin û qetilkirin çênebûna. Umîtcan Ûygûn jî yek ji van çeteyan e." 
 
ŞIKESTINA CIVAKÎ
 
Eraslan, hişyar kir ku êrîşên li ser jinen dibe ku bibin sedema şikestineke civakî û got: "Her ku jin bihêz dibin qada nêrza teng dibe. Her ku jin bihêz dibin, li hemû qadên jiyanê têkoşîn mezintir dibe. Ev jî nayê hesabê feraseta nêrza. Heger êrîşên li ser jinan bidomin, dê şikestineke civakî çêbibe. Em bi du awayan li ser vê disekinin. Yek jê; bi nepêkanîna qanûnan tunekirina jinan û ya din jî ev yek dibe bibe cihê hişyariyeke civakî. Em jin hatine xala dawî. Ji bo ev şikestin çênebe, em ê li her derê cîhanê têkoşînê bikin têkoşînek hevpar." 
 
AMADEKARΠ
 
Eraslan, destnîşan kir ku Meclîs divê êdî ji bo jinan li hev kom bibe û gaveke polîtîk a têkoşînê bavêje û got: "Ji hêla jinan ve li dijî êrîşan dibe ku ji nişka ve gelek tişt biqewimin. Em nîqaş dikin ku em ê li dijî qetilkirinan çi bikin. Ji bo pêşî li ber êrîşan bê girtin em amadekariyên çalakiyan dikin. Di vî warî de êdî em hew tamûl dikin. Êdî rewş hatiye asta şikestineke civakî. Em dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cî bîne û qanûnan pêk bîne. Nîviyê vî welatî bi qirkirineke cinsî re rû bi rû ye. Hemû partî li Meclîsê divê bi rojeveke taybet li hev kom bibin û helwest û vîneke hevpar nîşan bidin." 
 
MA / Semra Tûran 
 

Sernavên din

20/08/2021
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin