Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike

  • rojane
  • 10:03 20 Tebax 2021
  • |
img

HEWLÊR - Tirkiye çeteyên SMO û malbatên wan ên ji Sûriyeyê tîne, li gundên Kurdistana Federe yên ji aliyê PDK’ê ve hatine valekirin bi cih dike. PDK piştgiriyê dide Enqereyê ku hewl dide bi operasyonan demografiya herêmê biguherîne.

Operasyonên Tirkiyeyê yên di 23’yê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Federe ya Kurdistanê hatin destpêkirin, dewam dikin. Tirkiya ku nikare bi bejahî pêş bikeve, bi ÎHA, SÎHA, balafirên şer û helîkopteran qadên Girê Sor, Tabura Ereban û Girê Spî yên girêdayî herêma Avaşînê bi awayekê ketûber bombebaran dike. Tirkiye li qadê, zehmetiyên mezin dikişîne. Ji ber vê yekê hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê dixe pêşiya xwe û dixwaze ji bo xwe qadên nû veke. Bi taybetî, TSK li herêma Avaşînê windahiyek mezin da. PDK ji bo pêşiya vê bigire, 70 gundên ji herêma Zaxo bigire heya Bradostan vale kir. Xebatên bicihkirina endamên SMO û malbatên wan ên ku ji Sûriyê anîne, yên li cih û warên li Zaxo, Amediyê û Duhokê hatine valekirin dewam dikin. Di çarçoveya vê planê de, Tirkiye hewl dide penaberên Afxan li vê herêmê bi cih bike. Ger ev plan bi ser bikeve, wê heman rewş li herêmên Silêmanî û Helepçe ku YNK lê serdest e, dewam bike. Tê diyarkirin ku agahiya Waliyê Dihokê Elî Tatar jî derbarê vê plana berfireh de, heye. 
 
PIŞTGIRÎ DAYÎNA PILANÊ 
 
Tirkiyeya ku stratejiya avakirina herêmeke tampon ku di çarçoveya plana tekbirine ya di 24’ê Tîrmeha 2015’an de xist meriyetê, hewl dide bi rêya PDK’ê xeta Amediyê û Metînayê ji hev cuda bike û baregehên xwe li cihên stratejîk ava bike. Li gundê Banke yê Serê Metîna ku pêşiya qada Çiyayê Spî vedike hêzên Zerevanî hatin bicihkirin. Ligel van hemû pêşketinan, bi navê Parastê karê sîxuriyê yê MÎT’ê li herêmê dewam dike.
 
ARMANC BI CIHKIRINEK DAÎMIYE
 
Tirkiyeyê di Kanûna 2017’an de, li xeta Raperîn Soran dest bi operasyonan kiribû. Tirkiyê bi vê xwest ku xeta Behdînan (Zap, Metîna û Heftenînê” û Soran (Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka” ji hev veqetîne. Niha Tirkiye bi awayekê qismî li vê qadê bi ci bûye. 
 
PROVOKASYONÊN PDK’Ê DEWAM DIKIN
 
QonaxekE din a operasyonan plana PDK’ê bû ku hêzek leşkerî li Zînî Wertê, ku girêdayî Qendîlê ye, bi cih bike. Plana ewil, dibin kontrola MÎT’ê de, wê qereqol û baregehên çavderiyê yên girêdayî PDK’ê bên avakirin. Di çarçoveya vê planê de, wê cihên HPG’iyan, liv û tevgerên wan bên şopandin, depoyên çekan û çavkaniyên fînansê fêr bibin. Li gorî van agahiyan, wê herêma Qendîlê bi hedefgirtina herêmên aîdî endamên HPG'ê bihata kontrolkirin. Lê ji ber bertekên hunermend û rewşenbîran, gel û jinan ev plan bi awayekê baş nehat temam kirin. Par PDK li herêmên gundewarên Zaxo yên Kela Şabanike, Siyare Bena û Kela Dêrê bi cih bû û ji vê derê agahiyên îstîxbarata dan Tirkiyeyê. Ji ber vê heya niha bi sedan car herêm hat bombebarankirin. PDK’ê berî çend mehan, hêzên xwe şandin xeta Metîna, Gare, Sîdekan û Çomanê, xwest li vê derê bi cih bibe. PDK’ê li vê derê jî plan kir ku cihên çavderiê ava bike û derbarê liv û tevgera HPG’iyan de Tirkiyeyê agahdar bike. Armanc ew bû ku ji TSK'ê re qadên nû veke. Ger ev plan bi ser biketa, wê 2 baregehên eskerî li geliyê Amediyê bihatan bi cih kirin. Lê di rastiyê de heya niha ev hemû plan vale hatin derxistin. Lê ligel vê jî provokasyonên PDK’ê yên li herêmê dewam dikin.
 
DIBISTANÊN GULEN NAV DIGUHERIN
 
Tirkiye hewl dide li aliyekê demografiya herêmê biguherîne, li aliyê din jî polîtîkayên xwe yên bişavtinê bi dibistanên ji Cemaeta Gulen dewr girtiye dewam dike. Li Başûrê Kurdistanê, dibin navê Kolejên Işik de, 128 dibistan perwerdehiya “Tirk-Îslamê” didin. Tirkiyeya ku bi guherandina navan dibistan xistine meriyetê, di vê çarçoveyê de, Duhok û derdora wê wekî herêma pîlot bikar tîne. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

20/08/2021
11:46 Li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xweza Jinê
11:36 Malbata Şenyaşar ‘Nobeta Edaletê’ vediguhezîne Enqereyê
11:17 Li girtiyan xistin, lêgerîna tazî ferzî wan kirin
10:50 Li Stenbolê 15 kes hatin binçavkirin
10:38 Cihê 11 qeyûman hat guhertin
10:03 Tirkiye çeteyên SMO li gundên ku ji aliyê PDK ve hatine valakirin bi cih dike
09:20 Li ser daxwaza DEDAŞ’ê mizgeft veguherandin qereqolê!
09:12 ‘Ocalan jiyana bi hev re berpêşî hemû gelan kir'
09:11 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 267'emîn de dewam dike
09:10 Aydenîz: Gel peyama xwe bi awayekî aşkere da
09:09 Endama EŞÎK'ê Eraslan: Qetilkirina jinan dibe sedema şikestina civakî
09:07 MED TÛHAD-FED: Girtî tên tecrîdkirin
09:05 Dayikên Aştiyê: Heger Ocalan azad bibe dê aştî bê welêt
09:02 45 sal in kincên kevn difiroşe: Kar ne karê berê ye
09:01 Di dema sirgûnê de ew îşkence kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2021'AN
19/08/2021
17:10 Li Sêrtê ji bo hevdîtina ‘Dema Azadiyê’ banga beşdariyê hat kirin
16:54 ‘Heke misqaleke edalet hebûya wê hemû mexduriyet çareser bibûna’
16:52 Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê du ciwan binçav kirin
16:12 ‘Desthilat nikare welat birêve bibe'
15:50 Li Elkê 'Dema azadiyê': Dê Botan bersiva êrişan bide
15:49 Salvegera 2’yemîn a danîna qeyûman e: Hûn ê nikaribin çoka vîna gelê me deynin erdê
15:37 Talîbanê gule berdan pîrozbahiyên serxwebûnê: Herî kêm 2 kes mirin
14:27 HDP’î li Elkê bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin
14:04 Li Mêrdînê 5 kes hatin berdan
13:34 Zaroka bi awayekê gumanbar ji bilindahiyê ket: Ûgûr A. ez dehf dam
13:29 Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve
13:29 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
12:13 Li Geverê 6 kes hatin binçavkirin
12:10 Malbata Şenyaşar: Qasî ku dewlet adil be bihêz e
12:04 Meşa baskê Edîrneyê ya kedkaran a ber bi Enqereyê ve didome
11:48 Aktîvîsta jinên Afxan: Em naxwazin di bin zilma Talîbanê de bijîn
11:47 Li Çiyayê Cûdî carek din şewat derket
09:27 Komîsyona OHAL'ê endamtiya ÎHD'ê û KURDÎ-DER'ê wek sûc nîşan da
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 266'emîn de dewam dike
09:13 Berteka jinan a ji bo krîza aborî: Em êdî nikarin biçin market û bazaran
09:12 Gelo hedefa DYA'yê Îran e?
09:11 Navenda Bedlîsê veguherandina qada şer
09:10 Amedî: Li cîhanê çi biqewime dixin stuyê kurdan
09:07 Avci: Dê AKP û qeyûm biçin, hesabê diziyan bê pirsîn
09:06 ‘Bi çêkirina dîwar dixwazin kurdan bi temamî ji hev qut bikin'
09:06 Meclîsa Dayikên Aştiyê: Mifteya aşitiyê di destê Ocalan de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2021'AN
18/08/2021
20:35 Li Hezexê serdaneke girseyî: Em ê tecrîdê bişikînin
16:09 Polîs, lingê ciwanê ku bi xeletî pêl li zingila derê wî kir şikand
15:50 Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir
15:32 Polîsan li Farqînê serdana esnafan asteng kir
14:41 Li Sêrtê amadekariyên hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê ye' didomin
14:32 11 cotkarên ku DEDAŞ’ê protesto kiribûn hatin binçavkirin
14:15 Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir
13:58 Ferît Şenyaşar: Mirovahî tenê temaşeyî zilmê dike
13:21 KCD, DBP, TJA û HDP: Êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ’ê necudatir e
13:01 Du kesên ku Aysel K. revandibûn hatin berdan
13:00 Li Botanê ‘Dem dema azadiyê’ ye: Hûn nikarin koka gelê kurd ziwa bikin
12:23 Li Şengalê armanc bêstatû hiştin e
12:07 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:54 MXDŞ: Li Nexweşxaneya Sikêniyê 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervan şehîd bûn
11:17 Malperên JinNewsê û Rojnameya Welat hatin astengkirin
10:54 Li Amedê 56 kes serbest hatin berdan
10:50 Li Enqereyê du kes hatin binçavkirin
10:50 Şewata li Çiyayê Cudî vemirî
10:49 Hejmara 21’emîn a Kovara Dilopê derket
10:10 Li Amedê hejmara pêketiyên koronayê ya rojane derket ser 2 hezaran
10:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Divê hikumeta Tirkiyê rêzê ji Şengalê re bigire
09:49 Aktivîsta afxan Mahmoûda A.: Li devere neazad jiyan nepêkan e
09:44 'Em ê yekîtiya neteweyî ne di navbera partiyan de di nava civakê de ava bikin’
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 265'emîn de dewam dike
09:03 Tumuklu: Di şexsê Ocalan de demokrasiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
09:03 'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'
09:02 Bangawazî ji bo hevdîtina 'Dem Dema Azadiyê' ya li Sêrtê
09:01 Endamê HDP'ê kirin endamê AKP'ê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2021'AN
08:50 Li Şemzînanê şewata daristanê derket
17/08/2021
21:15 Heso Îbrahîm: Êrîşa li ser Şengalê şermezarî ye ji dewleta Iraqê re
16:52 Kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:38 BMG’ê banga têkoşîna hevpar kir
16:37 Zarokên ketin qenala avê jiyana xwe ji dest dan
16:08 Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin
15:08 Balafirên TSK'ê li nexweşxaneyeke Şengalê xistin
14:40 Rêveberên DEVA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:08 Li Cudî şewat derket
13:41 HDP: Daxwazên gelên li Afganîstanê kirin qurbana berjewendiyên reel ên polîtîk
13:23 Jina ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
13:22 Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin
13:10 15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
13:10 Jinên Afganî yên dibin gefa Talîbanê de ne: Em hene
12:35 Ji bo ‘hilweşandinê’ bi ser avahiya HDP’ê ya Bedlîsê de girtin
12:33 Koma netewperest a kontrola rê kirin li kesekê dan
12:21 Ji bo tamîrkirina avahiyeke li bajarê Babê yê Sûriyeyê li Dîlokê îhale hat vekirin
11:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:46 Hat îdiakirina ku keça ciwan ji qata 3’yemîn hat avêtin
11:03 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ji berpirsyartiyê birevin
11:02 Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
10:45 Lawê Vedat Aydin ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:16 Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 264'emîn de dewam dike
09:05 Li dijî krîza avhewayê banga ji bo têkoşînê: Talûke ketiye nav malê
09:04 Eleqeyeke mezin ji bo bacanên reş û îsotên hişkkirî heye
09:03 Katircioglû: Ocalan ji ber ku got 'Ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim' tê tecrîdkirin
09:02 Qeyûm karê 150 kesî bi 23 karkeran dide kirin